TORÎNO– Di 25’ê Tebaxê de şervana azadiyê Zîlan Kurd a ku navê wê Mahal Belûç e, li dijî artêşa dagirker a Pakistanê çalakiya fedaî pêk anî. Artêşa Rizgariya Belûcîstanê ragihandibû ku Mahal Belûc îlhama vê çalakiya destanî ji Gerîlaya Azadiya Kurd Zîlan (Zeynep Kinaci) girtiye û wusa pêk aniye.
Komek jinên ciwan ên enternasyonalîst li bajarê Torîno yê Îtalyayê, gêrîlaya Belûç Zîlan Kurd bi bîr anîn û Têkoşîna Rizgariya Belûcistanê silav kirin.
Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst ev tişt gotin:
“Belûcistan welatekî metingeh û bindest e: bi emperyalîzma Brîtanî dest pê kir û paşê ji hêla Pakistan, Îran û Afganîstanê ve hate dagir kirin. Lê belê gelê Belûçistanê li hemberî zilma ku bi dehan sal in li wan tê kirin serî natewîne û ji bo azadiyê xwe bi rêxistin dike.
Zîlan Kurd bi çalakiya fedaî ve mezin hişt ku çeteyan rêyên herêmê di bin kontrola xwe de bihêlin û ziyanê bidin artêşa dagirker. Ev yek di demeke dijwar de ji bo berxwedanê hat kirin û hêz û hêviyê da têkoşîna Belûç.
Zîlan Kurd bi îlhama gerîlaya Kurd Zîlan (Zeynep Kınacı) ku di sala 1996’an de di meşa artêşa Tirk a faşîst de bi fedaî û şehîd bû, ev çalakiya efsanewî pêk anî. Hêza jinê û gelên bindest nîşanî hêzên dagirker da.
Ev çalakî di demeke ku tevgera rizgariya gel di xitimandinê de bû de pêk hat û bi vî rengî jiyana ji bo azadiyê re bû mînak.
Zîlan Kurd bi bûyîna Zîlan karîbû ronahî û hêviyê bide têkoşîna Belûç.
Şehîd ji bo nîşanî me bidin ku berxwedan çiqasî girîng e û rêya me vekin, canê xwe feda kirin.
Jin jiyan azadi!
Donna vita libertà!
Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst”