STENBOL– Welatiyê bi navê Hakim Loqman (45) ê ji Dihok a Başûrê Kurdistanê ye, li semta Aksaray a navçeya Fatîhê ya Stenbolê rastî êrîşa bi kêran hat û jiyana xwe ji dest da.
Bûyer duh bi şev qewimî. Loqman ê rastî êrîşa komeke ji 10-12 kesan hat, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Pismamên Loqman, Saet Muhsin û Şêx Bîlal jî li cihê bûyerê birîndar bûn. Îfadeyên Muhsîn û Bîlal hatin girtin. Koma êrîşkar jî ji cihê bûyerê reviya. Cenazeyê Loqman ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK).
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bêrîvan Barîn têkildarî bûyerê agahî parve kir û got: “Bûyer, şevê din saet derdora 23.00’yan qewimî. Duh ji Dubaiyê (Loqman û pismamên wî) hatin. Li pêşiya hotêla lê diman kafeyek heye û li wir xwarin dixwarin. Dema di navbera xwe de bi kurdî diaxiviyan, 4 kesên nas nedikirin her carê bi devkî ew tacîz dikirin. Piştre di navbera wan de rageşiyeke biçûk çêbû û ji kafeyê çûn. Piştre jî ew koma pê re ketibûn nîqaşê ji kafeyê derket. Hejmara wan (êrîşkaran) dibe 10-12 kes. Em nizanin bê ka kesên piştre daxilî nîqaşê bûn kî ne û li gorî çi tevgeriyane. Li hemberî kafeyê kesek kêrê li Hakim Loqman dide. Ambulans dereng tê. Du kes (pismamên Loqman) ji bo agahî bidin diçin qereqolê. Li qereqolê rastî muameleyeke nebaş tên. Av û xwarin nedane wan. 4 caran ser û berê wan lêgerîn dikin. Em ê dîsa biçin emniyetê.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bertek nîşanî bûyerê da. Bakirhan, wiha got: “Hemwelatiyê Herêma Federe ya Kurdistanê Hakim Loqman, li kafeyeke Stenbolê ji ber axaftina bi Kurdî ji hêla 12 kesan ve hate qetilkirin. Ez vê bi tundî şermezar dikim. Kêra li dilê Hakim Loqman hatiye xistin, li hebûna gelê Kurd hatiye xistin û hebûna gelê Kurd hedef hatiye girtin. Ya ku hewayê siyasî û civakî jehrî kirî, polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê ne. Di rojên dawî de li dijî karkerên Kurd, ziman, çand û stranên Kurdî êrîşên bi organîzeyî tên kirin û berpirsyarê vê desthilat e. Beredayên bi rûpoşên JÎTEM’ê mîna ku biçin şer diçin lîstikeke futbolê û vê cisaretê jî ji desthilatêî digirin. Vaye vî hewayê nefretê îro dîsa bû sedema mirina Kurdekî. Em desthilatê hişyar dikin; dev ji gotin û sepanên xwe yên nijadperest û şoven berdin û bes bi xetên sor ên civakan re bilîzin.”