DUSSELDORF – Wek her sal îsal jî Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO tên cem hev.
Meşa Dirêj a Ciwanan wê di 15’ê mehê li Bîelefeldê bi konferansa li ser Rêber APO destpê bike û li Dûîsbûrgê bi dawî bibe.
Ciwanên ji Nordrhein-Westfalen (NRW) a Dusseldorfê, ji bo meşa 6 rojan bangek kurt weşandin
û bal kişandine ser tecrîda giran li ser Rêber APO û gotin, “Em bang li gel û ciwanên Kurdistanê dikin ku ji bo azadiya fîzîkî tevlî Meşa Dirêj bibin.”
Bangawazî bi dirûşma “Bijî Serok APO” bi dawî bû.