TEBQA – Di bin diruşmeya “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” Yekitiya Jinên Ciwan û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê li derdora keleha Ceber ji bo Rêber APO çalakiyeke piştgiriyê li dar xist.
Di serî de endama Yekitiya Jinên Ciwan Kîlîndar Henan Roja Aştiyê ya Cîhanê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û piştgiriya xwe ji Rêber APO re nîşan da. Di çalakiyê de beşdaran deqeyek rêzgirtin ji bo giyanên şehîdên azadiyê rawestiyan. Piştre kevokên aştiyê tev peyamên ji bo piştgiriya Rêber APO ber bi esîman ve hatin firandin.