ŞENGAL – Di çend rojên dawî de Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya partiya PADÊ li navenda Şengalê kon vedan.
Ev kon ji bo li hember biryara Dadgeha Federal a Iraqê. Di 6’ê Tebaxê de Iraqê biryar dabû 3 partiyan bigire û
di nav van partiyan de jî Partiya Azadî û Demokratîk a Êzdiyan (PADÊ) bû. Her sibê saziyên cuda tên û nerazîbûna xwe nîşan didin û balê bikşînin ser vê rewşa ne qanûnî. Ciwanên Şengalê ji di têkoşîna li dijî vê biryar cih girtin.
Jineke ciwan a ku beşdarî çalakiya kon bû ev tişt anî ziman: “Her roj saziyên û şêniyan ji herêmê tên ji bo piştgiriyê bidin çalakger û partiya PADÊ. Partiya PADÊ partiyeke xweser e. Partî ji mêj ve bi fermî hatiye naskirin û qabûl kirin. Hikûmeta Iraqê dixwaze partiya PADÊ qedexe bike da ku gelê Êzidî xwe birêve dibin.”
Ciwanekî din ê ku li beşdare konê bû jî ev tişt got;” Kî li dijî PADÊ be, tê wê wateyê ku ew jî li dijî me ne. Pade dengê Êzidiyan e.”