HESEKÊ – Îro Yekitiya Jinên Ciwan di bin dirûşma “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” li Hesekê komxebatek organîze kirin.
Komxebat bi beşdariya 15 jinên ciwan bi zimanê erebî û kurdî hate birêvebirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, nîqaşen ser tundiya li ser jinan dest pê kir. Her wiha hate nîqaşkirin ku jinên ciwan çawa dikarin zext û zordariya li ser jin di nava civakê de çareser bikin.
Di odeyê de wêneyên Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatine daliqandin. Gulistan Tara û Hêro Behadîn 23’yê Tebaxê li navçeya Silêmanî Seyîdsadiqê di êrişa dewleta Tirk û PDK’ê de şehîd bûbûn. Her du şehîd jî di encama tundiya li ser jinan de şehîd bûn. Li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirk û PDK hewl diden jinên bi hêz bêdeng biken.
Kombûyîna Jinên Ciwan bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” qediyaye.