NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanên Welatparêz ku bi zimanê Tirkî û Kurdî derdikeve, hejmara Îlon-Cotmehê derket.
Kovara ku bi şîara “Bi ruhê Apoyî yê ku Komployê Dişkinin re Tevbigere û bi Rêber APO re azad bibe” tê weşandin de nirxandina Rêber APO ya bi navê “Çawa bi mîlyonan mirov di odeyeke biçûk de bihêlin” di vê hejmarê de rêberiya xwendevan dike.
Perspektîfên Ciwan û Jinên Ciwan di bin sê sernavên cuda de bang li ciwanan dikin.
Di beşa “Jiyana Gerîla” de hûn ê li ser Gerîlaya Azadiya Kurdistanê notên ji bo xwendevanan bibînin.
Di beşa “Nirxandin” de; Gotarên bi sernavên “Bakur Mifteya Şoreşa Azadiyê ye”, “Dilê PDK’ê Bi Xiyanetê Lêdide”, “Jiyana Kurdistanî Prensîba Azadiyê Diafirîne” û “Di Komploya Navnetewîde Rola PDK-Barzanî” pêşkêşî we dikin.
Di gotarên beşên “Kurdistan û Dîrok” û “Çand û Huner”ê de agahiyên li ser dîrok û hunerê hene.
Di beşa “Ji Edîtorê” de Karîkatûr û pirtûka “9 Rojên li Îmraliyê” tên nasandin.
Hûn dikarin ji navnîşanên me yên li jêr xwe bigihînin hemû hejmarên kovarê.
https://t.me/yurtsevergenclik
https://t.me/KmlnCwn
Hûn dikarin kovarê li jêr bixwînin: