ŞEHBA- Bi sedan koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê ya kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Mihemed Şêx Dada (Dilsoz Raco) li Goristana Şehîd Zozan Amanos a bajarokê Fafînê oxir kir. Şervan Dilsoz Raco di roja 29’ê Tîrmehê de şehîd bûbû.
Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehba Ehmed Mûsa sersaxî da malbat şehîd û got: “Em ne aşiqê şer in, em aşiqê azadiyê û mafên xwe ne. Şervanên HRE’ê zarokê me ne. Em bi hêza xwe hene û hebûna me bi wan tê parastin. Em ê Efrînê rizgar bikin. Bi berxwedan û têkoşîna xwe em ê vegerin ser xaka xwe.”
Her wiha endama Meclisa bajarokê Til Rifetê yê Kantona Efrîn û Şehba Reca Hisên axivî û wiha got: “Tu carî dagirkerî nikare vîna gelê Kurd û gelê herêmê têk bibe. Em zarokên Efrînê ne û em ê bi berxwedana xwe û bi hêza şervanên xwe Efrînê rizgar bikin. Em ê bi têkoşîna xwe dagirkeriyê têk bibin.”
Her wiha dayîka şehîd Dilsoz Raco, Heyat Dada jî wiha got: “Ez serokê xwe silav dikim. Soza ku kurê min daye pêk anî. Bi erka xwe rabû. Ez bi wî ser bilind im.”
Pismamê şehîd Dilsoz Raco jî, Kurdo Dada jî wiha got: “Wî soza ku daye gelê xwe pêk anî. Ez jî soz didim ku em li ser xeta şehîdan û wî bimeşin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.