DÊRA ZORÊ – Li Dêra Zorê ev çend roj dawî Ciwanên Şoreşger pêşandana sînevîzyon li dar dixi. Her roj ciwan û şêniyên vedixwînin ku bi hev re sinevîsyonekê temaşe bikin. Sînevîzyon têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO ye. Îro ji Ciwanên li El-Behra ( rojhilatê Dêra Zorê) pêşandaneke pêşkêş kirin.
Gelek şêniyên bajar û hevserokê Meclisa El-Behra beşdar bûn.
Di pêşandana de Ciwanên Şoreşger ên Dêra Zorê behsa şert û mercên beriya komployê, armancên komployê, çawa komplo têk çû, kir û diyar kir ku her çiqas hêzên komploger hewl dan Rêber APO ji gel dûr bixin û rê li ber fikrên wî bigirin, lê belê fikir û felsefeya wî li her derê belav bûn.