NAVENDA NÛÇEYAN-
Êdî Zagros li pêşberî me dirêj dibû. Hesreta min a mezin ji çiyayan re qediyabû. Êdî ez bibûm gerîlayekî çiya.
Min çiya, çem, dol, tirî, gûz û hêjîrên Xakûrkê, şerê keç û xortên bi bêhna biharê yên beriya ez tevlî bibim min ji bîranînekî gerîla xwendibû, nasdikir. Çîroka her çiyayekî hebû. Çîroka Xakûrkê jî hebû lê min vêya nizanîbû. Tiştê ku min dizanî ew bû ku ev der yek ji çiyayên welatê min a dibe dergaha jiyanên nû bû. Di gava xwe ya destpêkê de ez nehatibûm Xakûrkê yê min ji dûr ve naskiribû û xeyal kiribû, lê ez hatibûm cihekî di heman xweşikbûnê de. Qada Şehîdan jî weke Xakûrkê min bandor kiribû. Bi girên bilind, dolên kûr û ya din jî kenên rêhevalên min ên gerîla ku min yekem car didît ve min hembêz kiribû. Kelcana hembêzkirina min a çiyayên ku demek berê min di xeyalên xwe de wê hembêz dikir min çend car jiyan kir û em jiyan dikin.
Li Şehîdanê taximekî hevalên jin hebûn. Fermandara taximê rêheval Berçem Serhed bû. Heval Berçem ji saha Rêbertî nû hatibû. Taxima hevalên jin li eniyekî ji bo şer pir girîng bû mêyze dikir. Ji ber ku beriya em werin me perwerde dîtibû, weke hevalên kevin li min û heval Jiyan mêyze dikirin. Bê ku em zehmetiyan bijîn em jî tevlî jiyanê dibûn. Piştî hatina min a gerîla 20 roj şûnde operasyonên artêşa Tirk ê li hemberî Başûrê Kurdistanê destpêkiribû. Şer herî zêde li qada Xakûrkê giran dibû. Ji ber vê hemu hevalên jin dixwestin derbasî Xakurkê yê di rewşa eniya pêş de ye bibin. Bi bîstû şeş hevalên ku şazdeh ji wan hevalên jin bûn, di duwazdehê Mijdarê de emê derbasî Xakûrkê bûban. Vayê lingê me, me ber bi Xakûrkê, ber bi lûtkeyên bilind yên hêlînên teyrên baz dihewand ve dibir. Lê beriya vê, min bê agahiya Xakûrkê çend rêwitiya Xakurkê kiribû? Gelo xeyalên in dibû rastî? Gelo Xakurkê jî weke Şehîdan dê hembêza xwe ji min re vekiriba? Ev hemu bêyî agahiya rêhevalê min, bendewarî, meraq û pirsên ku di rêwitiya min de ji min re dibûn rêheval bûn.
Di sebra çiya de bêyî ku agahiya me ji bendewariya rêwitiyekî hebe, bi bîst û şeş rêhavalan ve em derketin rê. Hemû tiştên yekemîn ku di gerîlatiya xwe de pêkanîbû, cihên ku min yekemîn gavên xwe avêtiye û ji çemên wê de ava xwe ya yekemîn vexwariye, bi lûtkeyên ku yekemîn car min hilata rojê lê kiriye Şehîdan li pişt me dima. Çiyayê Xelîla bi lûtkeyên xwe yên bi berf weke ku li benda hatina me be disekinî. Piştî ku şeş seatan em li girê Xelîla bimeşin emê gihiştiban rêhevalan. Lê berfa ku Xelîla dorpêç kiribû hîn di nîv seata destpêkê ya rêwitiya me de astengiyan derxistibû pêşberî me. Hevala bi navê Delîla ya di koma me de, di carekê de li cihê xwe rûnişt. Em hîn di destpêka rê de bûn û rêyekî dirêj li benda me bû. Hemu grup bi heval Delîla re neçar mabû ku bisekine. Demekî dû hevalên ku navê wan nayên bîra min û heval Şervan ku kuryetiya me dikirin hewil didan ku heval Delîla bidin meşandin.
Divê mirov di berfê de çawa bimeşe, di nav berfê de sekinandin tê çi wateyê, ew roj dema ku em çiyayê bi berf ê Xakûrkê hildikşiyan di çavên bîst û çar rêhevalên xwe de min xwendibû. Di berfê de sekinandin mirin bû. Tufaneke bi bêdengiya berfê bû sekinîn. Destpêkê xewekî germ hembêz dikir bedena te û wê demê daxwaza te ya herî mezin di sermahiya berfê de ketina xewekî germ bû. Lê ev tê wateya xewekî ku ji xeyalên xwe carekê din nikaribî rabî. Ya din jî ev xewa xaîn û di nav sermahiya berfê de xwe veşartibû dihat çi wateyê min ji gotinên rêheval Delîla ku her carê digot ‘min berdin ez kêmekî xew bikim’ fêm kiribû. Digot min berdin ez kêmekî xew bikim. Lê hewildanên hişyarkirina Delîla ya rêhevalên kûrye û hevalên din ên komê dida hîskirin ku ev xewekî bê oxir e. Pêyvên min ên ‘Delîla xew neke, çavên xwe negre’ bêyî ku kesek bibîhise di nav berfê Xelîla de diheliya û wenda dibû. Lê heval Delîla piştî meşa pênç deqe careke din diket erdê û digot ez nikarim bimeşim.
Min cara yekemîn çiyayan, çiyayên bi berf derbas dikir. Lê her tim min dixwest ez moral bidim xwe û xwe wêrek bikim. Ji ber ku di komê de yek kes nemeşe ev dihat wateya tevahî kom nikaribe bimeşe û zehmetiyan jiyan bike. Ji ber vê bê navber ez bi ser xwe de diçûm. Lê piştî demekî, giraniyekê li ser dû milê min ku nikaribûm rakim zorê li min dida ku ez bikevim. Di nava tarîtiyê de em dimeşiyan. Sermaya berfa ku di nav tariyê de xwe veşartibû nîşanî me dida ku em nikarin xwe jê xilas bikin û di her gava me de bi me re ye. Em hêdî hêdî dimeşiyan lê hişê min hîn li Delîla bû. Gelo wê Delîla jiyan kirina, wê Xelîla derbas kiriba?
Ez bi dengê gûleya ku di nav taritiyê de weke aşîtê ket veciniqîm. Wê kêliyê dîsa yekemîn Delîla hatibû bîra min. Şev, bêdengî, berf, xew, Delîla… niha jî dengê guleyê li ser zêde dibû.
Delîla… Delîla ya ku beriya vê dixwest xwe berde milê xewekî germ, gelo niha ketibû nav xewekî bê dawî? Gelo min li pişt xwe mêyze kiriba, minê hewildana meşa Delîla ya li ser çokê dîtiba? Piştî li bendê mayînekî bi qasî berfê kevin, bi qasî berfê sar û bi qasî berfê bê deng hevalê kuriye ji kêleka min derbas bûbû. Min jê pirs kir ‘gelo ew gule dengê çi bû’. Rûxmê hemu zehmetiyên me şewqa rojê ku weke biharê di rûyê hevalê kurye de xwe nîşan da, di dilê min de bû wek şewqa hêviyê. Gule ji bo heval bimeşin hatibû avêtin. Dilê min rehet bubû, meşa min leztir bubû. Agirê nîşaneya serê çiyayan li kû bû? Gelo dê destê min careke din bigihişta agirê germ? Gelo agir dê di sebra xwe de çavên min, dilê min pak bûba? Gelo minê careke din karîba agirê gerîla pêxistiba û li ser vê agirê ji bo rêhevalên xwe di çaydanka reş de minê karîba çay çêbikim?
Careke de min xwe nav xeyalên agir de dît. Gelo rêhevalên min jî agir difikirîn? Ango çi difikirîn gelo? Kêmek şermîn û kêmek jî bi bêrîkirinê min nikarî ez xwe ji xeyalên agir dûr bixim. Vayê ji dûr ve agirên sor xuya dikirin. Tu car nedihat bîra min ku di lûtkeyên Xelîla bi bexçeyek ji agir me pêşvazî bike. Piştî ewqas serma, berfa xwe weke ku Xelîla ji me re bêje ‘hûn bi xêr hatin sofra min a ji agirê sor’. Gelo tiştên ku min didît di nav çolê de weke lêylanokê bû? Lê na, kêmek li pêş de bayê Zagrosê yê ku li rûyê me dida ne di xeyalan de, dianî bîrame ku em di nav rastiyê de bê navber dimeşin. Lê hîn jî min fêm nekiribû, gelo ew agirê ku li pêşiya me disekinî û her ku diçû nêzî me dibû çi bû.
Kêmek şûnde hemu rêhevalên min li derdora agirê ku li ser Xelîla disekinî kom bûbû. Ji emir kêmbûyîn û kêmbûyîna demê di navbera pêketin û tefandina wê dihat fêmkirin ku ev agirê gûnî ye. Gûniyên ku ji nav berfê serê xwe rakiribûn, ji hêla kuryeyên me ve hatibû pêxistin. Ev rêbaz ji bo rêhevalên me hîn leztir bimeşin hatibû ceribandin. Her çiqas, bi qasî ku em destê xwe têr germ bikin nebe jî ev agirê ku ji gûniyan bilind dibû dilê me û çavên me germ kiribû.
Me rêya 6 seatan a Xelîla di 12 seatan de xilas kiribû. Êdî me yê xwe berdaba jêrê. Lê ji ber ku berf qerisî bû bi xeteriya şemitandinê me gavên xwe diavêt. Navberekî min ferq kir ku ez ber bi jêrê ve dişemitim. Lê min xwe nediavêt jêrê. Ji ber ku li pêşiya min dolekî mezin hebû û ketina wê dolê ne di dest de bû. Heval Çîçek ê li pişt min dimeşiya xwest min bigre, lê ew jî êdî bi min re şemitî. Êdî em ne di rewşa xwe girtinê de bûn. Bi şemitandina ber bi jêrê ve diçûn. Me kûrbûna dola li jêra xwe jî nedidît. Tam di wê kêliyê de hevalê kurye yê li pêşiya me, dara di dest xwe de xist nav berfê û xwe li hemberî me kir sîper. Me herduyan jî xwe bi hevalê kurye girt. Xem nîne ku piştî berf û sermaya Xelîla vê xeteriyê jî me derbas kiribû.
Êdî Zagros li pêşberî me dirêj dibû. Lingên heval Delîla şewitîbûn. Li cihê ku em lê sekinîn, me goreyên wê ji lingên wê derxist û miz da. Piştî navbera dû seatan em dîsa derketin rê. Piştî meşa pênç rojan em gehiştin Xakûrkê. Ew Xakurkê ya ku bêyî ez bibînim di dilê min de text danîbû, piştî deriyê ji bihiştê re vedibû dilê xwe ji me re vekiribû. Bi derbaskirina mirinên sar ên berfê, di lûtkeyên Xakurkê de em gehiştibûn germahiya bi tehma şînahiyê. Bi hezaran car min dilê xwe ber bi lûtkeyên ku min ji dûr ve temaşe dikir ve ajot. Yek bi yek di hemu dolên wê de meşiyam. Ji avên wê yên sar min vexwar. Lê hevdîtina destpêkê ya bi bêrikirina wê ku li ser rihê min şîn dibû û ji kevin de mabû bi ti awayê ji hişê min nediçû.
Nûjiyan Amed