QAMIŞLO – Îro danê êvarê li bajarê Qamişlo endamê Hêzên Ewlekariyê Hindurîn Dijwar Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan hat oxirkirin.
Şehîd Dijwar Qamişlo, ku li bajarê Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê jidayîkbû û ji bo tevlîbûna şoreşa Rojava serferber bû, duh bû hedefê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker.
Cenaze ji beradeya şehîdan hat rakirin û li goristana şehîdan bi hezar gelê welatparêz tevlî merasîmê bû. Hejmarekî mezin ê endamên hêzên asayîşê jî beşdar bû.
Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin. Kesên axivîn behsa xebat û têkoşîna Şehîd Dijwar Qamişlo kirin, qala cesareta wî ya mezin kirin û helwestên li hemberî îxanetkaran ku bi dewleta tirk a dagirker hevkarî dikin hatin dayîn.
Her wiha, wesîqeya şehadetê ji malbatê şehîd re hat radest kirin û piştî wê hevjîna şehîd Dijwar Qamişlo axivî.
Hevjîna şehîd Dijwar diyar kir ku şehîd Dijwar şehîdekî çar parçeyên Kurdistanê ku ji Bakur serferber bû û serbilindiya xwe diyar kir. Di dawiyê de, girseyê gel nîşana serkeftinê da û bi yek dengî dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berz kirin.
Merasîm bi veşartina cenazeyê bi dawî bû.