ŞENGAL– Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê li Xeta Borîk, di Navenda Ciwanan a Dihola de civînek berfireh lidarxist.
Destpêke dahûrandina Rêbertî yê li ser çand, bawerî û civaka Êzidî bi baldarî hate guhdar kirin. Piştî vê ciwanan perspektîfên ji bo parastinê çand, bawerî û civaka Êzidî niqaşên kûr hatin kirin. Girîngiya rol û misyona ciwanan ji bo peşeroja gelê Êzîdî bû rojeva nîqaşê.
Hate ziman ku “Xwe bi xwe rêvebirin û axa xwe parastin berpirsariya Ciwanên Êzidî ye.” Di dawiyê de girîngîya azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn hatiye nîqaşkirin û erkên ciwanan di azadkirina Rêber APO de hate rêz kirin..