STENBOL-Meclisa Ciwanên Partiya DEM’ê di daxuyaniya xwe ya ji bo 12 ciwanên ku di 1’ê Îlonê de ji ber kirina govendê hatibûn girtin got, “Em ê hela xwe bikin kabûsa kesên ku ji azadiya me ditirsin.”
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) û rêxistinên ciwanan, ji bo 12 ciwanên ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li Kadikoyê pêk hat, ji ber dilan girtinê hatibûn girtin, li ber avahiya navçeya Kadikoyê ya DEM’ê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Hevserokên Hêzên Ked û Demokrasiyê, Nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne dev ji halayên xwe berdidin, ne jî azadiya xwe, têkoşîna me ya rêxistnbûyî têk naçe” hate vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindana”, “Bijî têkoşîna me ya rêxistinî”, “Bijî berxwedana ciwanan. ” gelek caran dihatin gotin.