ELMANYA – Ciwanên li Elmanyayê dijîn û endamên TCŞ û TekoJIN’ê ne, banga tevlîbûna çalakiya “Meşa Dirêj” kirin ku wê li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê dest pê bike û li Dûîsbûrgê bi dawî bibe.
Endama TekoJIN Berjîn Guneş bal kişand ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO û got, “Rêber APO 25 sal in di bin tecrîdeke dijmirovahî de ye. Dewleta Tirk a faşîst di şaxsê Rêber APO de dixwaze hemû gelê Kurd dîl bigire.”
Berjîn Guneş da zanîn ku Azadiya Rêber APO azadiya gelê Kurd û hemû gelên bindest e û got, “Em weke ciwanên li Elmanyayê dijîn, li dijî vê tecrîdê û êrîşa li ser azadiya xwe bêdeng namînin. Li ser vî esasê em ciwanên xwe wedixunîn meşa dirêj a ku li herêma NRW a Elmanyayê di navbera 15-20’ê Îlonê de pêk were.”
Daxuyaniya ciwanan bi dirûşmeyên “Bê Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.
Ciwanên ku wê beşdarî Meşa Dirêj bibin, wê her roj di navbera 16’ê Îlonê û 20’ê Îlonê de li eyaleta NRW’ê li bajarên cuda bimeşin. Ciwanên Kurd û Enternasyonalîst ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê li bajarên Bîelefeld, Hamm, Dortmûnd, Essen û Dûîsbûrgê li qadan bin.
Hûrguliyên çalakiya “Meşa Dirêj”;
15.09.2024 – Civîn – Herbert Hinnendahl-Strasse 11, 33602 Bielefeld
15.09.2024 – Roj 1 – Konferansa Önder APO
16.09.2024 – Roja 2 – Bielefeld
17.09.2024 – Roja 3 – Hamm
18.09.2024 – Roja 4 – Dortmund
19.09.2024 – Roja 5 – Essen
20.09.2024 – Roja 6 – Duisburg
Ji bo ragihandinê;
Mail: [email protected]
Instagram: @mesadirej2024
Telegram: @mesadirej2024
TikTok: @mesadirej2024
X (Twitter): @mesadirej2024