NAVENDA NÛÇEYAN-
Rê kete tava serê siharê. Di asoya çiyayê Serhedê de xwe berda nava bajarê Wanê navçeye Qelqelî û nava gundê Hezarê. Ji tîrêjên xwe ewladek welidand. Ji welatekî bindest re şerkerek welidand, Ji bê hêvitiya gelan re hêviyek welidand, Ji bê rêkan re rêk welidand û ji welatê bê av ewladek welidand da ku Bikaribe ew erdê terikî yê bi salan av bide û şênkayiyê bîne welatê xwe dayika bextewar û hêja.
Gelo welatek heye ku diqîre lê deng venade, gelo gelek heye ku ji bo bi nasnameya xwe re bijî bi êrişên xwînxwar a qirkirinê re derbas dibe, gelo zarokek heye ku hîn di bin mehdera dayika xwe de bi zordariyê re rû bi rû dimîne û pêlistokê wan bûbe qewana ku gelê wî pê hatibe qetil kirin. Vaye rastiya zarokên Kurd û Kurdistanê bi vî çendî dilêş, dilşewat û xembar e…
Ev rastî her weke qederek hatibe daqurtandin jî lê hin caran jî hin kesayet derdikeve ku vê dîroka bextreş ser û binê hevdu dike û qedera ku hatiye nivisandin diçirîne. Di oxira azadî û serxwebûnê de berdelên giranbûha digre berçavan û derketinên dîrokî pêşdixîne. Yê ji vê derketina dîrokî re serkeşiyê kir Rêber Apo bû. Rêber Apo bi afirandina mîlîtanên azadiyê ve heqîqetek têknaçe derxist holê. Ev heqîqet mîna çemekî ku bendavan bi erdê re dike yek di sala 1978’an de dest pê kir û heya roja me ya îro weke lêhîyekê faşîst û nokeran dide ber xwe û ber bi serkeftinê ve diherike. Di nav vê herikîna şoreşê de yek ji van hewariyên Apoyî jî bû Özgür Ronî.
Heval Özgür Ronî bi navê xwe yê malê Özgür Alparslan li Wanê di nav malbateke welatparêz a ji eşîra Milan de jidayîk dibe. Dilpakî, safîbûn û cewherîbûna herêma Serhedê xwe di heval Özgür de jî diteyisîne. Malbata wî di welatê herî xweşik Kurdistanê de dixwaze bi awayek azad wî bidin jiyîn. Lê rastiya dijminê herî mezin a Kurdan dewleta tirk a faşîst û qirker li warê wan jî rûyê xwe yê qirêj her nîşan dide. Heval Özgür bi çîrokên zordestiya dewleta Tirk mezin dibe. Qetliyama 33’ê gule hîn jî di kilaman de li ser ziman e. Zordestan tenê welatê Kurdistan perçe nekirine, bi ser de jî her cure zilm û zordarî bi avakirina sînoran re domandine. Derbaskirina van sînoran weke suc hatiye dîtin û bûye sersedemê qetilkirina mirovên wê herêmê. Dijminê xwînxwar bi vî rengî bi hovîtiya xwe ve her li ber çavan bûye. Heta paşnavê malbata Heval Özgür jî para xwe ji vê faşîzmê girtiye û di fermiyeta dewletê de weke Alpaslan hatiye qeydkirin.
Heval Özgür di bin siya faşîzmek wisa reş de jiyan dike û mezin dibe. Her wiha heta dibistana amadeyî li Qelqeliyê di mektebên bişaftinê yên dewleta tirk de mecbur dimîne ku bixwîne. Li wir jî rastî êrişên çewisandinê yên girêdayî polîtîkayên Tirkirinê tê. Li beramber ferzkirinên dewleta tirk a faşîst ew jî weke navê xwe hîn di zarokatiyê de dest bi lêgerîna jiyana azad dike. Piştî demekê dema refên amadeyî diqedîne ji bo biçe debara malbatê bike mecbur dimîne ku ji gund berê xwe bide bajarên Tirkiye û diçe Stenbolê. Di kûraniya dilê xwe de hîs dike ku ji bihûşta gundê xwe berê xwe daye dojehek. Jiyana bajêr jê re pir sexte û dirû tê û diltengiyek mezin jiyan dike. Bi taybetî dema ku polîtîkayên dewleta tirk a faşîst a ku Kurdan mehkûmî birçîbûnê dike û mecbur dihêle ku berê xwe bidin bajaran dibîne hêrsa wî û nefreta wî yê li dijî dijmin zêdetir dibe. Bi demê re di dema ku karê aboriyê dike de li Stenbolê ciwanên welatparêz nas dike û yekser dikeve nav têkoşînek aktîf. Weke ku bi salane bendê bûye bi kelecanek mezin û bi şanaziyek ji dil ber bi şoreşgertiyê ve gavên mezin davêje.
Her ku diçe li ser zanebûna dîrokê, zanebûna dijmin xwe kûr dike û li beramber vê yekê di xwe de hişmendiya têkoşînê pêşdixîne. Îrade, bawerî û zanebûna xwe bi her awayî qewîm dike. Di encamê de hem êrişên ku li ser gelê welatparêz hem jî bi taybetî êrişên ku li ser Rêber Apo bi awayek fîzîkî pêk tê dibe sersedema bingehîn a lêpirsînek kûr û bi vî rengî di sala 2008’an de biryar digre ku tevlî nav refên doza azadiya Kurdistanê bibe. Derbasî qada Kelareşê dibe û li wir demek tevlî kar û xebatan dibe. Piştî wê derbasî perwerdeyek şervanên nû dibe. Di perwerdê de xwe di xeta Rêber Apo de çekûrext dike, lêhûrbûnek pir xurt ava dike û bi tarzek fedayî û seknek fedayî ji bo tevahî karên şoreşê xwe amade dike.
Despêkê di qada Zagrosan de gêrîlatiyê dike. Li wir bi hevaltiya Şehîd Reşît Serdar û Çîçek Botanan pir bandor dibe. Hevaltiya ku li Zagrosan rû bi rû dimîne girêdanbûna wî ya partî û şoreşê hîn zêdetir xurt dike, bi vê rihê re di şexsê xwe de gelek tecrûbe û danehev kom dike. Ji aliyê leşkerî û şer ve pêşketinên mezin jiyan dike. Bi awayek çalak tevlî pratîka Zagrosan dibe û di derblêxistinên li dijî dijmin de rola xwe dileyîze. Her wiha di wê demê ji ber êrişên dewleta Tirk a faşîst û qirker a bi çekên kîmyewî dema 36 heval şehît dikevin, heval Özgür jî dibe şahidê vê yekê. Ev şehadetane di jiyana Heval Özgür de dibe weke werçerxekî û rihê xwe yê tolhildanê digihîne lûtkeyê. Piştî wê di nav a xebatên ciwanên Apoyî de, li qadên weke Rojhilat, Rojava, Başur û Geliyê Reş de bi erkên cur bi cur re bi rola xwe radibe û bi awayek fedaîyane, rihê ku ji Reşît Serdaran girtiye ve bi ser erkên herî dijwar de dimeşe. Tevî ku di nav demê de bi awayek giran birîndar dibe dîsa jî xwe bi rihê PKK’ê derman dike û bêyî ku bisekine tevlî pêvajoyê dibe.
Heval Özgür beriya her tiştî bi jîrbûn û zîrekbûna xwe ve cudabûna xwe dide hîskirin. Di pratîkê de bi jîrbûna xwe hemû erkên dijwar yên şoreşê bi hêsanî pêktîne. Kesayetek weke cîwayê ye. Bênefes xwe dide têkoşînê. Seknandin, rawestandin çiye nizane. Li ku derê erkên zor û zehmet hebe, astengiyên dijmin hebe, karên ku nehatibin çareserkirin hebe, Heval Özgür li wir bi zîrekiya xwe dibe hêza çareseriyê. Ji bo wê jî demên dirêj xebatên sînor dide meşandin. Li ser sînoran her carî bi xeteriyên cur bi cur re rû bi rû dimîne û her tim bi valaderxistina tedbîrên dijmin ve erkê xwe serdixîne. Di van erkan de gelek caran buyerên xeternak jî jiyan dike. Gotin di cîh de be henekê xwe bi mirinê dike. Tevî ku caran dikeve xefikê dijmin, di destê dijmin de dimîne û rû bi rûyê mirinê tê dîsa jî xwe jê rizgar dike û xwe digîhîne hevalên xwe. Ji bo wê Heval Özgür di nav hevalên xwe de weke gurê sînoran tê naskirin. Di van xebatên xwe yên pîroz de di encama kedek bêhempa de sedan şervanên azadiyê digîhîne nav refên gerîllayên azadiya Kurdistanê.
Sînorên ku dijminên Kurdan di perçekirina welatê bihûşt Kurdistanê de lê datînin perçe perçe dike û bi vî rengî ji dijminê faşîst tola zarokatiya xwe jî radike. Bersiva herî watedar di şexsê heval Özgür de bi vî rengî jîndar dibe. Heval Özgür bi coş û kelecana xwe û bi girêdanbûna xwe ya Rêber Apo ve weke deryayekê ye. Diçe ku derê li wir rengekî mayînde dihêle. Di rastiya Rêber APO de kûrbûna xwe dihêle ku di her kêliyê jiyana xwe de rihê hevaltiyê geş bike. Ji felsefeya Rêber Apo derdikeve rê û eniya hevalên xwe digîhîne ezmanan. Ev çendî ji hevalên xwe, ji hevaltiyê hez dike ku weke evîndarê hevalan xwe digîhîne sirê evînê. Bi sekna xwe ya tijî hevaltî dilê hevalên xwe jî fetih dike û dilgermiyek daîmî ava dike. Heval Özgür li beramber dijmin bêrehm e, rastiya dijmin bi hemû hovitiya xwe ve ji zarokatiyê de dibîne û dizane, ji ber wê tu carî li dijî dijmin ji sekna xwe tawîzan nade. Li kêleka vê yekê li beramber hevalên xwe jî heta dawî hestiyar, dilnizim û tijî hestên hezkirinê ye.
Di dema berxwedaniyên rêveberiyê xwesera Bakurê Kurdistanê de dizane ku hevalên wî di dorpêça dijmin de ne û dixwaze weke her carî wan hevalên xwe bi jîrbûna xwe rizgar bike. Lê dema dibîne ku xilasiya hevalan pir zehmet e kelogirî dibe û hestên xwe bi hemû paqijbûna dilê xwe parve dike. Bizanibe li cîhekî hevalek wî di tengaviyê de ye yan jî xeteriyê jiyan dike, di serî de xwe dide pêş û tevî hemû xeteriyan jî bi awayek fedaîyane dixwaze dest li rewşê verde. Ji bo wê di nav hevalên xwe de pir tê hezkirin û her tim tê gerandin. Di rewşên herî giran de jî bi kena xwe, bi henekên xwe dikare atmosferê herî giran jî ji holê rabike û motîvasyonek xurt ava bike. Heval Ozgûr ev taybetmendiyên xwe yên bijarte ji kûrbûna xwe ya rastiya Rêber Apo digre. Qasî ku kesayetek pratîkçîye lê her tim jî weke av û nan xwe di xeta fedaî ya Rêber Apo de perwerde dike. Di wê zanebûna kûr de ye ku pratîka serkeftî fahmkirin û pêkanîna ji sekna Rêber Apo pêk tê. Li gor wê her hewl dide ku layiqî Rêber Apo be, ji Rêber Apo re bibe bersivek xurt. Ji bo wê di xwe de seknek komple ava dike.
Li ku derê çi pêwîstî hebe xwe amade dike û ji bo serxistinê seferber dibe. Di dema rizgarkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê de, di dema şerê Serêkaniyê de, di dema êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê de cîhê xwe di nav şer de digre û bêyî ku fikarek cuda jiyan bike xwe tevlî dike. Dîsa ji bo Bakurê Kurdistanê dibe xwedî kedek pir mezin. Hem di têkoşîna rêveberiyê xweser de hem jî di pêvajoya piştî şer her tim ji bo bilindkirina têkoşînê serê xwe diêşîne. Astengiyên ku dijmin dixwaze ferz bike li gel heval Ozgûr bêtesîr e. Dijmin her carî ji bo pêşî lê girtina xebatan hin gav davêje, li beramber wê heval Ozgûr jî bi afrîneriya xwe çareyek peyda dike. Li gel wê neçarî nîn e. Her tim plan û projeyên nû pêş dixîne da ku li Bakurê Kurdistanê ciwan li der dora rastiya Rêber Apo rêxistin bike, çalak bike û refên têkoşînê xurt bike.
Danehevek mezin li gel xwe komdike ku êdî li ser xebatên Bakur rolek pêşeng bileyîze. Ev sekna serkeftî ya Heval Özgür ji mezinbûna rihê wî yê Apoger tê. Dest bavêje kîjan karê li wir teqez pêşketin, derketin, pêngav tê avêtin. Çavkaniya wê tevahî, ji rihê ku pê re hebû ve girêdayî ye. Heval Özgür di nav têkoşîna azadiyê de xwe digîhîne rihek azad a ku sînoran nas nake. Her diherike û bi xwe re diherikîne. Ma heqîqeta Apoyî jî ne ev herîkîna bê dawî ye. Heval Özgür tenê sînorên dagirkeran bi jîrbûna xwe perçe perçe nake , di heman demê de sînorên ku dil û mêjiyê Kurdan perçiqandibû jî perçe dike û di xwe de weke navê xwe kesayetek azad ava dike.
Ew rihê azad dihêle ku însanek xweşik, dilpak, cewherî û fedayî avabibe. Vaye rastiya Özgür Ronî ango bi gotinên hevalên xwe Özgür Qelqelî bi vî rengî vejîn dibe û şewqa xwe dide tevahî Kurdistanê. Heval Özgür Qelqelî di dîroka 17’ê Tîrmeha 2022’an de bi vê heqîqeta xwe ya bûbû perçeyek ji Rêber Apo ve tevlî nav karwanên nemiran dibe. Di dawiyê de ji bo tevahî hevalên xwe û tevahî ciwanên Kurdistanê mîrasa lehengiyê dihêle da ku bi serkeftinê were tacîdar kirin. Ev mîras di têkoşîna azadiya Kurdistanê de her û her bijî û Qelqeliyê hevalên xwe nede ji bîr kirin…
Av har har diherikî… Jiber rukenîya lawê xweyê Egit, çiya mest bibû bi hembêz kirina parçeyê xwe Rêheval soz dabû jibo kenê liser lêva, hestên paqij yê qehremanê Qelqeliyê. Dê ala te dewir kirîye, bi şanazî bigîhinê asimanan…
Çavkanî: Kovara Yurtsever Gençlik