BERLÎN- Bi pêşengiya TekoJIN (Jinên Ciwan ên Tekoşêr) li Meydana Alexanderplatz a Berlînê, bi armanca danasîna herêmên Riha û Tolhildan (Mereş, Semsûr, Edene, Dîlok) yên Kurdistanê standa çandê hat lidarxistin. Ev çalakî ji bo nîşandana mîrata dewlemend a çanda Kurdî û danasîna nirxên wê yên çandî di qada navneteweyî de derfeteke mezin bû.
Di çalakiyê de gelek hêmanên ku dîrok, çand û folklora herêmên Rîha û Tolhildanê nîşan didin hatin pêşandan. Bi taybet jinên ciwan bi lixwekirina cil û bergên taybet ên herêmê çanda xwe bi serbilindî dan nasîn. Rengên geş û kincên herêmî yên bi hûrgulî, berxwedan û dewlemendiya çandî ya ku jinên Kurd di dîrokê de hilgirtiye nîşan dide. Jinên ciwan li ser dîrok û şêwaza jiyana gelê Kurd a li herêmê agahî dan ziyaretvanan, wateyên sembolîk ên cilan jî parve kirin.
Di standê de pirtûkên curbecur û malzemeyên agahdarkirinê hebûn ku ji bo mîrata çandî ya herêmê baştir were naskirin. Pirtûkên li ser paşxaneya dîrokî ya herêma Rîha û Tolhildanê, wêjeya gelêrî û zimanê Kurdî ji aliyê mêvanan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Her wiha li quncikek standê hûnera DEQ ya Kurdan a kevneşopî hat nasandin û ji bo kesên ku dixwazin vê hunera deq ser destên xwe çêbikin serlêdanên zindî hatin kirin. DEQ di çanda kurdî de hunereke kevnar e û tê zanîn ku her deqek çîrokek û rabirdûyekê vedibêje.
Beşek din a balkêş a çalakiyê muzîk û dîlana gelêrî bû. Gelek caran dîlan bi mûzîka Kurdî ya ku folklora dewlemend a herêman nîşan dide dihatin pêşkêşkirin. Ciwanên Kurd û gelê Berlînê yên beşdarî çalakiyê bûn, bi coş û heyecan govend gerandin û li gorî ritmên gelê Kurd tev digeriyan. Dîlan weke hêmaneke çandî ya girîng ku sembola yekîtî û hevgirtina gelê Kurd e derket pêş.
Ev standa ku ji bo danasîna herêma Rîha û Tolhildanê hat lidarxistin, bal kişand ser dîrok û dewlemendiya çandî ya gelê Kurd, di heman demê de armanc kir ku di qada navneteweyî de eleqeya ji bo çanda Kurdî zêde bike. Ev çalakiya bi pêşengiya TekoJIN’ê bû nîşana wê yekê ku gelê Kurd bi serbilindî çand û nasnameya xwe hembêz kiriye û bi cîhanê daye naskirin.