NAVENDA NÛÇEYAN – MAK çalakiyên xwe yên li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk didomîne.
Milîsen Azadiya Kurdistanê (MAK) li Amedê firoşyarekî tiryakê xiste lêpirsînê û ceza kir. Têkildarî çalakiyê ev agahî hatin dayîn:
“5’ê Îlonê saet 12.00’an de milîsên me li ser Kolana Ekîncîler a navçeya Ofîsê ya Amedê firoşkarê tiryakê yê bi navê F. Esetekin demekê wî dişopandin tesbît kirin û binçav kirin. Kesê di lêpirsînê de li xwe îtîraf kir ku bi saya polîtîka û piştgiriya dewleta Tirk a dagirker û hêzên wê yên şerê taybet ketiye nava tora tiryakê ya ku tê de ye.
F. Esetekîn ku ji ber şerê taybet û jehrîkirina ciwanan bi xizmeta dewletê de ye, lêborîn ji hemû gelê Kurd û bi taybet gelê Amedê xwest û diyar kir ku ew ê careke din nekeve pratîkeke bi vî rengî. Ew kes piştre ji aliyê milîsên me ve hat cezakirin û birîndarkirin. Dermanên tiryakî ên li ser kesê hatin dîtin ji aliyê milîsên me ve hatin şewitandin û îmhakirin.”
Di daxuyaniya MAKê de wiha hat gotin:
“Dewleta Tirk a dagirker bi hemû bêexlaqiya xwe, pêkanînên şerê taybet li ser ciwanên Kurd ferz dike. Rejîma faşîst ku ji bo ciwanan ji civak û têkoşîna xwe ya azadiyê dûr bixe, bi armanca dûrxistina ciwanan ji nasnameya wan, hemû polîtîkayên xwe yên qirêj bi taybet tiryak û fuhuşê li ser ciwanên Kurdistanê dimeşîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Kesên şerê taybet, bi taybet malbatên me yên welatparêz hedef digirin, pêşî ciwanan dixin nava xefikên xwe û piştre jî bi gef û zextan ji bo vê jiyana neexlaqî bikar tînin.”