DUSSELDORF – Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ û TekoJin ên li Dusseldorfê hatin gel hev, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” meşek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate organîzekirin.
Ciwan li ber avahiya DGB Hausê li hev civiyan û ji bo bîranîna cangoriyên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest bi meşê kirin.
Di daxuyaniya ku di meşê de hat xwendin de, hat destnîşankirin ku îşkence û tecrîda li ser Rêbertî nayê qebûlkirin. Hat diyarkirin ku Rêber APO ne tenê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê sembol e, di heman demê de bi bîrdozî û felsefeya xwe bersiva pirsgirêkên azadiyê yên hemû gelên cîhanê ye.
Di tevahiya meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Jiyan Na Be”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Îmraliyê”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.
Piştî meşê li ser navê KCDK-E Agirî Mustafa di axaftina xwe de bang li CPT û Konseya Ewropayê kir ku bi berpirsyariya xwe rabin û bikevin nava liv û tevgerê. Agirî Musatafa wiha berdewam kir:
“Em dizanin ku komploya li dijî Rêber Apo navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî ji destpêkê ve ev sîstema tecrîd û îzolasyonê plan kirin û pêk anîn. Bi helwestên xwe ji bo berdewamiya pergala Îmraliyê tevkariyê dikin. Şerê qirkirinê yê dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne, di berjewendiya hêzên navneteweyî de ye. Ji bo ku Tirkiyeyê di polîtîkayên berjewendiyên xwe yên Rojhilata Navîn de bikar bînin gelê Kurd dikin qurbanî. Weke KCDK-E em bang li we dikin ku li dijî sûcên li dijî mirovahiyê û cezayên dîsîplînê yên li Îmraliyê tên kirin, dakevin qadan û bi ruhê seferberiyê piştgiriyê bidin berxwedaniya Rêber APO.”
Mistefa bang li gelê Kurdistanê û dostên wan kir ku li dijî tecrîdê tevlî nava refên berxwedanê bibin.
Çalakî piştî axaftinê bi qîrîna dirûşmên “Ciwan Fedayî Reber Apo”, “Bijî Serok Apo”, “Be Serok Jiyan Na Be” bi dawî bû.