NAVENDA NÛÇEYAN-
Pêwîste were zanîn kû kolan zimanê gel û ciwanan e. Lê li hemberî van êrîşan ciwan û jinên ciwan wê bi TEW TEW`ên xwe, bi tililîyên xwe bi rihê zarokên agir tev bigerin û kolanan vegerînin qadên berxwedanê.
JIYAN ŞENGAL NIVÎSAND…
Ji destpêka dîrokê heya rojame ya îro civakê, avakirina fikirandina xwe, vê fikrê bi nasname kirin û hebuna xwe li ser wê bi wate kirin bi awayekî hunerî û çandî girtiye dest û hertim parastina wê kiriye. Civak di vê hişmendiyê de ye kû çand, hebuna civakê bi cewherê xwe yê xwezayî re dike nasname, di nav civakê de her tim zindîbûnê ava dike, vê zindîbûna xwe belavî gerdunê dike û dide nas kirin. Ji ber vê yeke dema em behsa çandê dikin, ji dest girtineke bi şeklî zêdetir bi cewherî nêzbuyîn pêwîst dike. Di esasê xwe de çand henase, hebun û rihê civakê ye. ji ber vê bi hezar salan derbas bibe jî jiyan kirin û dayîna jiyan kirina çandê û zindîbuna wê nîşaneya vê tiştê ye.
Erdnîgarîya Mezopotamya bi ava xwe, axa xwe, welatparêzîya xwe û bi berxwedana xwe ji bo giştî mirovahî û çandan re buye derguşa jiyanê. Bereket û pîrozîya vê axê hemû çand û gelan di nav xwe de hewandiye û mezin kiriye. Di nav vê erdnîgarîya pîroz de gelê qedîm yê Kurdan çanda xwe ya dewlemend her tim jiyan kiriye û bi çanda xwe ya pîroz û qedîm di nav gerdunê de xwe daye nasîn. Çand û hafizaya civaka gelê Kurd bi rêya dengbêjî, stran û govendê ve heya rojame ya îro hatiye. Ji ber vê çanda dewlemend gelê Kurd bi coş û rengê xwe li ser hemu gelen cîhanê bandorîyek pir mezin daye ava kirin.
Di dîrokê de gelên ku vê çandê bi kelecanî pêşwazî kirine jî derketine holê. Li kêleka vê kesên wekî hêzên faşist jî derketine û bi hesudî ya xwe li dijî çanda qedîm bi dijminahî tevgerîyane. Gelê Kurd li hemberî gelên kû ji bo çanda wan rêz dane û bi heskirin nêz bune re bi awayekî hevpar û komunal jiyan kiriye û ev çanda pîroz bi gelan re parve kirine. Hêzên ku ji bo çanda xwe xeter dîtine û hêzên kû ji bo çanda wan dijminatî kirine re hertim bi rêbazên cur be cur re di nav tekoşîn u berxwedanîyê de mane. Bi taybet ya kû çand pîroz kiriye, ava kiriye û bi awayekî xweşik teyisandina wê di nav civakan de kiriye beguman jine. Jinê çanda berxwedanê bi hebuna xwe re kirîye yek û heya rojame ya îro bi berdelên pir mezin ew zindî hiştîye. Hîn jî bi sekneke fedaî û bi dayîna berdelên giranbuha re jiyan dike û dide jiyan kirin. Li hemberî çanda gele Kurd her çiqasî êrîşên dijmin hebin û vîya bi rêbazên cur be cur re bixwaze dagir bike jî çanda Kurdan bi dîmen û bi devkî xwe parastiye ev bi saya jinên Kurd pêşketîye. Taybet bi pêşengtîya jinên Kurd kesayeta Kurdên berxweder, welatparêzîya wan, girêdanbuyîna wan ya bi axê re bi rêya dengbêjî û destanan vegotine û bi tîpên zêrîn di dîrokê de nivîsandine. Jinên Kurd bi êvîn û heskirineke pir mezin çanda xwe ji bo giştî gelan daye heskirin û girêdanbuyîna çandê wekî pîvaneke sereke ya ehlaqî danîye holê. Jiber vê jî herî zêde jin buye hedefa dîjmînê faşist yê qirker û hatine qetil kirin. Dijmin di vê zanabuyînêda ye kû heger bixwaze civak bê çand bihêle, destpêkê wê êrîşî jinê bike û wê tunne bike.
Dema em dîrokê mêze dikin, em dibinin kû dijmin ji bo nasnameya gelê kurd tune bike û ji cewherê wî derxîne xwestiye hemu nirxên wan an bi zordarîyeke fizikî ji destê wan bigre, yan jî bi rêbazê leystokên xwe yên qirêj ve bi asîmîlasyon kirinê re xwestiye bigre. Di her kêlîyê de êrîşên dijmin yên li ser cil û bergên me yên gelerî, li ser zimanê me, stranên me û govendên me re bi awayekî hovane çêbuye. Cil û bergên civaka Kurd teyisandina hebuna wan û rengê wan dide der. Zîhnîyeta dijmin bi her awayî dixwaze çanda ku bi destê jin hatiye xemilandin ji holê rabike. Di dîrokê de em hertim bune şahidê van êrîş û polîtîkayan û bi hezaran mînakên wan hatîne jiyan kirin. Bi dehan pêşengên civaka Kurd ji bo ku çanda me biparêzin û wekî mîras bigihijînin rojame bêyî ku bifikire xwe di nav zinaran de avêtine û bune pêşengên serhildanên mezin.
Wekî ku tê zanîn 25 qanunê 1925` de bi zagona 671 de qanuna bi navê derheqê şapka îhtîsasi derxistiye. Armanca derxistina vê qanûnê ewe ku desmal û şaşikên wekî çanda me pênase dike wekî paşveru dibîne û qaşo di bin navê modernîteyê de ya ku tê xwestin asîmîlekirina çandê ye. Kesayetên ku vê qanûnê qebul nekiriye û nerazîbuyîn nişan daye bi girtin û sêdarê ve ru bi ru hatiye. Li gel vê politiqayên asîmîlasyonê ku guhartina cil û bergên jinan ji aliyê dijmin ve bi qetlîama Dêrsîmê ve hatiye destpêkirin. Li Kurdistanê bi dehan mamoste û kesên alîgirê dijmin bi awayekî zana û pergalî ji aliyê dijmin ve hatine erkdarkirin. Yek erkê hêzên faşist kû di gundên Kurdistanê de hatine erkdar kirin heye ew jî ; ciwan û jinên ciwanên kurd ji çanda wan ya cewherî dur bixin, birevînin, wisa bikin kû ji çanda xwe şerm bikin ,di nav hişmendîyê xwe de bihelînin û ji hebûnê ber bi tunebuyînê ve bibin. ji bo kû vê tiştê bikin êrîşî çandê me kirin, gundên me şewitandin û wisa kirin kû bi hezaran gele kurd bi zordarî hatin koçber kirin. Ji aliyê din ve bi amurê xwe yên şerê taybet re takekesî buyîn, bê çand buyîn û ji civakê qutbuyîn wekî azadî daye nasîn.
Di nav civakê de kesên kû li hemberî wan dernekeve çand û hunerekî sexte ava kiriye û wekî hêşbirekê bi kesayetên sexte re vêya belav dike. dijmin bi awayeki pir zana ji bo kû mêjîyê ciwanan bi tevizîne bajarên welatparêz û berxweder yên Kurdistanê de faalîyetê xwe bê navber didomîne . Wekî mînak bajarê wekî Agirî de bi navê dossî dossî de konseran bi rêxistin dike. Li Amedê ser pira dîrokê û cihên dîrokê Kurdistanê pênase dike de podyuman çêdike û bê çandîbuyînê belav dike. Li hemberî festîvalên kû me çanda xwe dida nas kirin û berbelav dikir de ew jî festîvalên çanda sexte li Kurdistanê rêxistin dikin. Bi vêya re dixwazin ciwanên bê çand, ji rastîya xwe dûr, tenê di nav cîhana xwe de jiyan dike û bê berpirsîyar tevdigere, ji cewherê xwe zêdetir dixwaze bişibe kesên cuda ava bike û vêya wekî nasnameya ciwanan dide nas kirin.
Êrîşên dijmin yên li ser çand û hunerê her kû diçe xwe zêdetir dike û vêya bi şêwazekî hovane dike. Nirxên me yên civakî û dîrokî ji aliyê çeteyan tên xera kirin, her roj welatparêzên kurd tên revandin û tên qetilkirin, nirxênme yên ahlaqî dixin bin erdê, nasnameya raperîn û keyfxweşîyên me yên wekî tilîlî û govendên me tên asteng kirin. Ciwanên me yên kû Kurdî diaxivin û stranên Kurdî guhdar dikin tên qetil kirin. Êrîşên cihên me yên herî pîroz ku em şehîdê xwe dispêrin dike, hestiyên şehîdên me yên bi lehengî şerê parastina çandê dike di nav sindoqan de teslîmê destê dayik û bavên me dike, li ser goristan û hestiyên Kurdan qaraqolên xwe çêdike. Li hemberî gerîllayên kû bi eşqekî mezin, bi dilekî paqij ziman û çandê me diparêzin re ewqas acizin kû bi kîmyasalan êrîş dikin. Ji aliyên din ve dixwazin xwezaya me û axa me dagir bike, qetil bike kû gel mecbur bimîne dev ji xaka xwe berde. Lê Rêbertî dibêje ” Birçî bimînin, ax bixwun lê terka axa xwe û welatê xwe nekin”.
Beramberê êrîşên dijmin yên namerd û bê ehlaqî de yê kû buye temsîlvanê çanda berxwedêr Rêber Apo ye. Rêber Apo ji bo kû çanda Kurd jiyan bike bi eşq û hêvîyeke pir mezin tekoşîn dike û bi hêrseke pir mezin ve dîwarên İmraliyê perçe perçe dike. Tevgera PKK beramberê qirkirina çandî di pêşengtîya Rêber Apo de tekoşînek da destpêkirin û 50 sal zêdetire ev tekoşîne gel û ciwanên kû di pençê qirqirina çandê da ne hişyar dike û ber bi tekoşînê de dikşîne. îro bi sedan keç û xortên Kurdistanê ji bo kû êvîna xwe bi êvîna Rêbertî re bikin yek û tova heqîqatê bi xwna xwe av bidin mezin bikin tevlî refên gerîlla bune. Bê tirs û li dijî vê jiyana sexte ya kû ji aliyê pergalê ve hatiye saz kirin bertekek pir mezin dane nîşandan û bune fedayîyê axa pîroz ya Kurdistanê.Em wekî ciwan û jinên ciwanên Apoyî pêwîste pêşengên vê berxwedanê kû beramberê dijminê faşizm de derketine yek kêlî jî jibîr nekin û dev ji tekoşîn kirine bernedin. Em pêvajoyeke wisa de jiyan dikin kû faşîzm êdî demên xwe yên dawî jiyan dike û bi wehşeteke pir mezin êrîşî her derê dike. Ji ber vê bi taybet jinên ciwan li hemderî van êrîşan berxwedanê wekî rumeta mirovahîyê bigre dest û li her derê govend û tililiyên azadîyê belav bibe. Lê belê pêwîste em bizanibin kû tenê bi govend girtinê re jî em nikarin xwe bigihînin serkeftinê.
Îro dijmin dayik û bavê me yên temen mezin di avêje zindanan û êrîş birina ser goristana şêhîdên me de pêwîste were zanîn kû armanc êrîş kirina mezin ya beramberê rumeta me ye. Dijmin bi vêya jî têr nabe û li Kurdistanê nasnameyên Kurdên sexte bi rêya Huda-Par û Kdp ve ava dike û vêya bi rêya şerê taybet dide meşandin. Pêwîste bi tû awayî jinên ciwan û ciwan van polîtîqayên dijmin qebul neke û teqez ne tenê li mala xwe; li kolan û kuçeyan, li dibistanan de, cihên kar de, di her kêlîyê jiyanê de Kurdî bi axive, Kurdî binivîsîne û stranên Kurdî bibêje. Li berxwe kirina cil û bergên xwe yên gelerî şerm neke û wekî rumeteke pir mezin tevbigere. Faşîzma TC bi riyê qenalê TRT Kurdî re dixwaze çanda heyî ya rast tune bike û şûna wê çandeke yoz ava bike. Pêwîste teqez qanalê TRT Kurdî li her derê de were teşhîr kirin û pêwîste neyê temaşe kirin. İro hemû cîhan di vê zanabuyînê de ye kû faşîzma TC bi rêyê mala Barzanî ve dixwaze axa Kurdistanê dagir bike û gelê Kurd di nav qirkirina çandî de bihelîne. Li gel vê jî hemû cîhan dizane ku beramberî xeta xwe firoşî de û dagirkirina dijmin de hêza kû rumeta gelê Kurd diparêze tenê Gerîllayên azadîya Kurdistanê ne. KDP bi rêyê ragihandina xwe ye şerê taybet re parastina dijminê Kurd dike. Ji ber vê jî pêwîste were zanîn kû qenalê Rudaw û K-24 qenalê dijminin û xizmet dijmin dike werin teşhîr kirin û li Kurdistanê de hebuna wan neyên qebul kirin. Dirok çawa lehengîya keç û xortên di nav vê berxwedanê de cîh girtî ne ji bîr nake, kesên ku beramberê vê xiyanetê de helwest nîêan nedayî, dengê xwe dernexistî, çanda xwe neparastîye kor, ker û lal buye jî bi ti awayî efu nake û ewê tola xwe ji wan kesan bigre.
Faşîzm bi van êrîşên xwe ve dixwaze Kurdîstan û Tirkîyê bike girtigeheke kû derdorê wê bi helqeyên kolebuyînê ve hatîye dorpêç kirin. Ji ber vê jî rêbazên bi şêwazên cuda re dizwazin vêya pêk bînin. Ciwanên kû xwedîyê kolan û kuça ne ji bo kû wana ji van kolanan dûr bixin, bê tevger û bê çalakî bihêlin polîtîqayên tirsandin û xistina pença xwe raber dikin. Lê belê pêwîste were zanîn kû kolan zimanê gel û ciwanan e. Lê li hemberî van êrîşan ciwan û jinên ciwan wê bi TEW TEW`ên xwe, bi tililîyên xwe bi rihê zarokên agir tev bigerin û kolanan vegerînin qadên berxwedanê. Asta zanabuyîna jinên ciwan û tekoşîna wan îro gihiştîye merheleyeke pirgiring. Bi jinên ciwan yên kû bi rihê ji şoreşa Apogerî xwe bi hêz dike û dizane tenê bi şoreşê û di felsefeya Apoîzmê de xwe helandinê ve emê xwe nêzî serkeftinê bikin, HEBUN û XWEBUN a xwe biparêzin. Jiber vê asta zanabûna jinên ciwan îro di nav hêzên kû dixwazin xwîna Kurdan vexwin de tirs û xofeke pir mezin dide ava kirin. Ji bo jinên ciwan xwe gihandina çalakîyê, xwe gihandina nasnameya jinên azad e.
Tû hêzêke faşîst beramberê jinên ciwanên kû xwe çalak kiriye û hêza xwe derxistiye merheleyê herî bilind nikare bisekine û nikare xwe ji rûxandinê xilas bike. Cihên kû jinên ciwan berxwe didin, çanda xwe di parêzin û xwe bi rêxistin dikin dijmin newêre bi rehetî bikeve van deran û xwe bicîh bike. Mînaka wan me bi dehan bajarên Kurdistanê û kolanên Tirkîyê de dît û dîrok jî şahîdîya vê berxwedanê kir. Ji bo jiyaneke bi rûmet û bi ehlaq pêwîste hemû jinên ciwan bi duruşmaya xwe ya BIJÎ SEROK APO, bi TEW TEW`ên xwe ve û bi tililiîyên xwe ve nehêle dijmin di xewna xwe de jî rehet bibe, kolanan ji bo faşîzm û bê ehleqîyê bike goristan û bi vê helwesta xwe li ser ruyê dijmin şopa şeqamê tolhildanê derbixe. Roj roja xwedî derketina nirxên pîroz û parastina wan e. Roj roja siya dijmin li Kurdistanê de nehiştînê ye. Roj roja bi êvîneke mezin girêdanbuna axa xwe re jiyan kirinê ye. Roj roja gerilabuyînê û roja Tolhildanê ye.
Roj roja TOLHİLDAN ê ye û TOLHİLDAN SOZA ME YE…