ŞENGAL– Duh li Xanesorê civînekê Yekîtîya Jinên Ciwanên Şengalê hat lidarxistin.
Jinên ciwanên Ezidî di çarçoveya pengava “Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî” de bi armanca femkirina rastiya Rêbertî û xwe perwerdekirinê de hatin cem hev.
Bername bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehidan despê kir. Li dû rêzgirtinê dahûrandinekê Rêbertî ya di derbarê jiyan û tekoşîna azadiyê de hate guhdar kirin. Piştî temaşekirinê nîqaşên kûr ji alîyê jinên ciwan pêşketin. Hate ziman ku fikrê Serokatî yekane rêya azadbûnê ye.
Jina ciwan Aya Osman wiha got:
“Ger mirovek pêwîstiya wê carekî li azadiyê hebe, wekî jin û Ezîdî yê me sed carî zêdetir heye. Rêya azadbûnê jÎ ji femkirina fikir û felsefeya Rêber APO û pêkanîna wî re derbas dibê. Ji bo vê jî divê em despêkê xwe pir xurt perwerde bikin. Ev yek ji bo xwe li hemberî sîstema kapîtalîst û baviksalar biçek kirinê ye. Yanî perwerde parastina herî mezin ya li hemberî dijmin e. Wekî ku Rêbertî jî dibêje “Perwerde ji bo me ji nan û avê girîngtir e.”