GEVER– Mîlîsên Azadiya Kurdistan bi daxuyaniyekî ve ragihand ku mîlîsen wan li Gever’ê bi teqemeniyên destçêkirî ve êrîşê qereqola polîsan kiriye.
Hurgûlî wiha ne:
“6’ê Îlonê saet di 23.40’an de hêzên me li Taxa Eskî Kişla ya Geverê li dijî qereqola sala 75’an çalakiyek li dar xistin. Milîsên me bi teqemeniyên destçêkirî li avahiya qereqolê ya ku dagirker lê bi cih bûbûn, bi awayekî bandor lê xistin. Di encama teqînan de xisar li cihê ku şênî lê bi cih bûne derketiye û li ber avahî û cerdevaniyê şewat derket.
Piştî çalakiyê ekîbên teqwiyeyê sewqî herêmê hatin kirin, dagirkeran bi maşîneyên tome mudaxaleyî şewatê kirin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştiyên dagirkeran nehat zelalkirin, Milîsên me bi saxî ji qadê vekişiyan.
Roj roja yekitî û rabûna bi ruhê berxwedana Kobanê ya li dora Rêber Apo ye.”