HALEB- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Şaxê Helebê têkildarî êrişa 7’ê Îlonê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya li dijî şahiya xelatkirina xwendekaran daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê-Yekitî ji bo xwendekarên ku asta amadehî de bi ser ketin şahiya xelatdayînê li hola Star Layt a li herêma Şiqêf a girêdayê taxa Şêxmeqsûdê li dar xistibû.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hin ciwanên ku nûnertiya rêgezên exlaqî yên tevgerê nas nakin êrişî holê kirin û wiha hat domandin ” Armanc ji van kiryaran xirabkirina rewşa demokratîk a li taxê û kombûna gel a li derdora rêvebeiya xwe ye. Ev kiryar xizmeta berjewendiyên giştî nake û nakeve xizmeta projeya demokratîk ku tevgera ciwanan hêmanekî wê yê bingehîn e. “
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo hesabpirsîna ji kesên ku destên wan di van tevliheviyê de hene, dê bi aliyên têkildar re alîkar be.
Tevgera Ciwanên Şoreşger di dawiya daxuyaniyê de li dijî siyasetên dijberî wî banga pêşxistina hevgirtinê kir.