NAVENDA NÛÇEYAN– Akademiya Şehîd Jiyan Amara Dewreya Şehîd Ararat Tolhildan ya navendî a Yekîtiya Jinên Ciwan bi serkeftî dawî bû.
Perwerde bi 19 Jinên Ciwan ve despêkir û 45 rojan berdewam kir. Ji tevahî herema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan tevlî akademiya xweser bûn. Di çarçoveya hemleya ”Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” 45 rojan bernameyekê gelek dewlemend ve pêk hat. Dersên weke Çand û Exlaqa Şoreşgerî, Jineolojî, Ekolojî, Ferasetên Azadî, Sosyolojiya Jinên Ciwan, Netewa Demokratîk, Rastiya Şehîdan û Rastiya Komploya Navnetewî û gelek dersên din hatin dîtin.
Roj, di Akademî Jinên Ciwan de bi sporê ve despê dike. Piştî vê taştê tê xwarin û hemû xwe ji bo dersê hazir dikin û derbasî dersê dibin. Di nava dersan de gelek niqaş tên kirin. Nakokiyên ku derdikevin tên niqaşkirin. Pirs tên pirsîn. Li kelêkê vê hevalekê berpirsiyarê xwarînê ye, xwarîn amade dike. Di navberan de hemû kom dibin, bi hev dû re diaxivin, nivis dinivsînin, sitran dibêjin, lehûrbûn dikin, çay vedixwin. Her roj bernameya evarê diguhere. Car caran fîlm tên temaşekirin, niqaş tên meşandin, lîystok tên leystin, pirtûk tên xwendin. Di vê dewrê de pirtûkên li ser jiyana Rêber APO bi taybet hatin xwendin.
Jinên ciwanên ku tevlî dewreyê bûn wiha anîn ziman:
“Perwerde bingeha me ya pêşketin û tekoşînê ye. Ger em xwe perwerde nekin em nikarin pirsgirekên xwe jî çareser bikin. Bingeha azadiyê di perwerdê de veşartî ye. Ji ber vê jî ji bo ku em xwe bigihînin azadiyê lazime xwe di astekê xurt de perwerde bikin. Weke Rêber APO jî diyar dike ”Ez zaten azad bûmê, pewistiya we bi azadiyê heye”. Di nava jiyana xwe ya rojanê de em pir nakevin ferqê ku em çiqas ji azadî dûr jiyan dikin. Nakokiyên me bi rewşa heyî re pir çenabe. Ji ber vê jî tekoşîna me lewaz dimîne. Ji ber vê em pewistiya xwe bi perwerde zû bi zû nabînin. Dema em jiyana Rêber APO ji nêz ve nas dikin, em zû dibînin ku çiqas ferq heye di navbera lehûrbûna me de. Ama Rêber APO xwe çawa gihand vê astê? Çawa jiyanekê nû afirand? Di welatekê de ku herkes digot tiştek şîn nabe, Rêber APO darê zûbûyî şîn kir. Ev darê zû şîn bû û kelekê vê jî gelek darên din şîn bûn, mezin bûn. Nasnameyekê jibîrkirî derxist zanebûnê û pêşkeşî hemû cihanê kir. Ev tiştî çawa kir?
Xwe perwerde kir. Xwe nas kir. Dîrokê xwe nas kir. Ji ber ku xwe perwerde kir û tiştên ku fem kir, di jiyanê xwe de pêkanî û bi derdorê xwe re jî dida femkirin. Ji ber vê dikarîbû xwe bighîne azadiye. Perwerde bingeha tekoşîna me ye.”
Dîsa Jinêkî ciwan ku tevlî akademiyê bû nêrînên xwe wiha anî ser ziman:
”Navê min Şarezad Mihemed e. Ez tevlî vê perwerde bûm û min gelekê xwe tê de nas kir. Beriya ku ez derbasî perwerde bibim, em pir ne rêxistinî bûn. Min pir tişt nizanibû, ama piştî ku me perwerde dît me heya astekê xwe nas kir. Me heza xwe naskir. Ji bo Jinên Ciwan giringe ku perwerde bibînin, xwe nas bikin. Em nava civakê de ji cewhera xwe pir dûr in. Di perwerdê de me ev baştir naskir. Di perwerde de me çanda APO’yî naskir. Di tarzê jiyanê me û tarzê jiyana APO’yî pir ferq heye. Minak di nava malbatê de kes xwe berpirsiyar nabîne. Herkes ji hevdû re dibejê vê bike, an jî vê bike. Ama di çanda APO’yî ya de xweberpirsiyar dîtin heye. Min ev di perwerde de ferbû. Yê din jî giringê ku em weke jin bibin ya xwe. Em di nava civakê de ne xwedî îrade ne. Ji ber giringê ku em weke jinên ciwan taybet perwerde bibînin, xwe ji bandoriyên cuda xilas bikin û bibin yê xwe.”
Endamekê din yê Akademiyê, perwerdê wiha tîne li ser ziman:
”Navê min Maran e. Ez ji Kobanê me ama li Derîkê rûniştim e. Beriya ku ez derbasî perwerdê bibim min ji xwe bawer nedikir. Min nikarîbû dû gotina bînim ba hevdû. Ama niha min xwe naskir. Edî ez dizanim çi dixwazim çawa dixwazim jiyan bikim. Ev giring e. Di nava perwerde de me hevdû rexne dikir. Rexne ne ji bo em hevdû aciz bikin. Dema hevalek te rexne dike, ji ber ku ji te hez dike û dixwaze te bîne li ser reya rast. Ji bo vê rexne giringe ji bo em tiştên xwe çareser bikin.”
Jinek ciwan ê ditir jî hestên xwe di perwerde de wiha parve dike:
”Navê min Arsoz e. Ez ji Dirbesiyê me. Ez tevlî perwerde bûm min gelek rastiyan nas kir. Em hemû jinên ciwan li vir in. Em bi hevdû re jiyan dikin, bi hev dû re dikenin. Di vir de dîsîplînê me ya jiyanê heye. Em kengî rabin, kengî çi bikin diyare. Ev di nava malê de ne wisa ye. Tu kengî rabe, kengî rûne ne diyare. Em tarzê jiyanê pir bandor li ser me kir. Min ferq gelek dîtin. Ye din jî me dît ku şerê taybet çiqas bandor li ser me kir. Bi telefonan êrîşê me dike. Em her roj li vê temaşe dikin ama nakevin ferqa ku ewqas bandor li ser me dike. Dema em dixwazin li hemberî vê tekoşîn bikin, ger em tenê yek bin em nikarin. Ama di vir de em hemû jinên ciwan bi hev re ne. Bi hev re tekoşîn dikin. Moral didin hevdû. Di nava malbatê de rexnekirin nîne. Tu nizanî tu çi şaşitî, çi rastiyê dike. Di perwerde de dema te kemasiyek kir, hevalên te, te hişiyar dikin, te rexne dikin û te tînin li ser xeta rast.
Li ser esasê wan rexneyan tu xwe ava dike. Ez banga li hemû jinên ciwan dikim ku werin xwe perwerde bikin, xwe rêxsitin bikin ji bo bizane be ew kî ye. Ez bi hevî me ku hemû jinên ciwan xwe tevlî perwerde bikin ji bo heza xwe nas bikim, bibin xwedî îrade. Bibin xwedî hêz.”