NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku li Bursayê li dijî Tesîsa Vezîvirandinê çalakiyek li dar xistine.
Daxuyanî wiha ye:
“Li Bûrsayê li dijî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê seferberiya çalakiyê
Di 4’ê Îlonê de danê sibehê li navçeya Çali ya navçeya Nîlûfer a Bursayê tesîseke vezîvirandinê bû hedefa milîsên me yên Nûjiyan Amedê.
Di şewata ku di encama çalakiya ku ji bo tolhildana tecrîda li zindanan berdewam dike û êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê pêk hat de, tesîsa vezîvirandinê bi temamî hilweşiya. Yekîneya ku çalakî li dar xistine bi saxî gihiştin herêma xwe.