NAVENDA NÛÇEYAN- Qada şoreşê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî de di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan de di çarçoweya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de xebatên guhertin, pêşxistin û zanekirina civakê didomin. Di vê bingehê de li bajarê Dêrazor û Tebqa bernameyên cuda ji bo gel hatin amade kirin.
Dêrazor
Yekîtiya Jinên Ciwan a Dêrazor’ê bi armanca pêşî li zewaca temenê piçûk bigre seminerên berfireh lidardixe. Ev semîner li hemû heremên Dêrazorê bi tevlîbûna jin û ciwanan berdewam dikin.
Semînera dawî ya li Rojhilatê Dêrazorê, bi deqeyekî rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê despêkir. Piştî rêzgirtinê zewaca temenên piçûk çi bandorî li ser kes dike, di milê psîkolojî û tenduristiyê de berfireh hate vekirin. Hate diyar kirin ku zewaca temenê piçuk tê wateya kuştin ê. Ji ber kesekî ku hîna mezin nebûye û îrade qezenç nekiriye, zewicandin qetlîam bi xwe ye. Di heman demê de milê wê yê kevneşopiya paşverû û baviksalar jî hate nirxandin.
Di dawiyê de wekî çareserî guhertina zîhniyeta paşverû û koledar û femkirina hevjiyana azad a ku Rêber APO pêşxistiye hate tesbît kirin.
Tebqa
Yekîtiya Jinên Ciwan ê Tebqa, li bajar û gundewarên wê de bi gel re tundiya li ser jin û zîhniyeta baviksalar nîqaş kirin. Berîya nîqaş û civînê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.
Civîna ku Yekîtiya Jinên Ciwan lidarxist de bi taybet mêr tevlî bûn. Ev bi armanca ji kokê ve guhertina civakê hate hilbijartin. Endamên jinên ciwan ku civîn birêvebir, pir bi cesaret zîhniyeta zilamê ku dijminê jinê ye şîrove kir û hîşt mêr xwe lêpirsîn bikin. Baviksalarî çi ye, ji ku derê despê kiriye û naha di nava civakê de çi astê de ye berfireh hat vekirin.
Hate gotin ku “Şoreşa di Bakûr û Rojhilatê Sûrî de pêk hatiye encama keda jinê ye. Naha yê ku şoreşê pêş dixe û mezin dike jî dîsa jin e. Ji ber vê yekê divê zîhniyeta baviksalar û desthilatdar ya ku kûjerê jinê ye bê şikandin.