NAVENDA NÛÇEYAN-
Rêber APO;
Me weke têgîn ji şerê gel ê şoreşgerî guman nedikir. Pêvajoyeke bi vî rengî pêk nehata, mirov ne karîbû behsa nasnameyê bike, ne jî karîbû behsa azadiyê bike. Bi vê armancê, em hê ji destpêkê ve di civaka dîrokî de li ser rola zorê fikirîn. Jixwe her roj û her saet hêzên zorê yên li ber çavan heta bi nava dilê me xwe nîşan didan. Fetihkirina bi zorê, ne bi tenê weke mafekî serweriyê, lê wekî fermana Ellah jî dihat hesibandin. Çawa ku li dinyayê bi giştî wisa bû, hêzên li ser Kurdistanê serwer bûbûn jî tevî awayên wan ên ji rêûresmê îdeayên wan ên xwe dispartin modernîteyê jî bi vî rengî bûn.
Me şerên gel ên şoreşgerî yên wê demê lêkolabûn. Nexasim ezmûnên Vietnam û Efrîkayê ji wan mijaran bûn ku herî zêde em li serê hûrûkûr sekinîbûn. Di dema şerê dijwar ê di navbera hêzên hegemonîk û sosyalîzma pêkhatî de tevgerên rizgariya neteweyî serketineke mezin bi dest xistibûn. Gelek mînakan teoriya rizgariya neteweyî piştrast dikirin. Lewma ji bo Kurdistana bi xwe mêtingeh bû jî, bivênevê modela şerê rizgariya neteweyî ferz bû. Ji qonaxa komê heta bi amadekariyên li Rojhilata Navîn modela mohra xwe li pêvajoyê da, ev modela şerê rizgariya neteweyî bû. Di tevahî civînên perwerdeyê, belgeyên konferans û kongreyan de mijara sereke ya herî zêde hatiye guftûgokirin, lêkolîn û bûye biryar şerê gel ê şoreşgerî ye. Amadekariyên pratîk jî di vê çarçoveyê de dihatin kirin.
Pêngava 15’ê Tebaxê, heman salê bi derengî, ne pir bi hosteyî û ne bi şêwazekî bersivê bide amadekariyên me, dest pê kir. Ji çalakiyê zêdetir, maneya wê ya dîrokî û aktuel girîng bû. Lewma bivênevê wê mohra xwe li rojevê bidaya.
Ya min xwest nîşan bidim ew e, li ser navê şerê gel çi hatiye kirin. Ez dema ku vê demê dinirxînim û di îdeolojiya partiyê de şîlobûna di warê dewletdariya netewe de nîşan didim, ez hînê jî ji rastbûn û encamgiriya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bawer dikim. Şerê gel ê şoreşgerî stratejiya bi tenê ya rast a wê demê bû. Rêbazên din, ji bilî xizmetkirina ji qirkirinê re nikarîbûn bi roleke din rabin. Gavên sereke yên taktîkî jî bi giştî rast bûn. Li Rojhilata Navîn bicihbûn, pêkanîna perwerdeyê û lojîstîkê, gavavêtina welat, li baregehên demî amadekarî û bi vê armancê têkilîdanînên taktîkî rast bûn û qîm dikirin. Lê ya tinebû û nedihat kirin; niyeta pêşengiya pratîkî û bicihanîna taktîkên ji rêzê yên gerîlla bûn. Bala xwe bidinê, ez behsa hostetiya bicihanînê nakim, ji ber ku eşqiyayek be jî bi hêza heyî dikare di asteke gelekî li jor de bibe xwediyê serketinê.
Ez bi salan li ser vê rewşê sekinîm û min li ser sedemên wê mitale kirin. Ji bo pêşiyê li encamên wê û bandorên wê yên tesfiyeker bigirim bi heman awayî min gelekî hewl da û me hewl da. Kêmasî ne ji têkiliyên bi gel re bû; desteka gel ji bo şerekî serketî qîm dikir. Kadro û şervan jî ne kêm bûn. Ev jî têra xwe hebûn. Qadên derve û hundir ên bicihbûnê, lojîstîk û amûrên mirov xwe pê gurçûpêç bikin bi zêdeyî û têra xwe hebûn. Bi tenê ji sala 1980’î heta bi dawiya sala 1998’an her sal, veguheztina kadro û şervanan a min dikir, salê bi giştî ne di bin panzdeh hezaran re bû. Hemû jî bi zêdeyî bi amûr û pêdiviyên maddî hatin gurçûpêçkirin. Me berpirsiyariya herî mezin girt ser xwe, beşekî mezin ji wan bi gelek zor û zehmetiyan gihandin baregehên wan. Pirsgirêk, sabitfikrî û xiyanet paşê hatin ferzkirin. Bi tevahî nîşane didin xuyakirin eger nebûna heyranê xwe, ji rê derneketana û xiyanet nekirana, serxwebûna neteweyî bi temamî pêk nehata jî wê bi hêsanî çareseriyeke di cih de pêk bihata. Xebatên me meşandî bi zêdeyî ev heq kiribûn.
Her şoreş hevgirtin û îttîfaqek e. Di şoreşan de ne bi tenê du hêzên safî, lê du dinya têne beramberî hevdu. Di îdeolojiya şoreşan de pêşketina civaka gerdûnî xulase hatiye destnîşankirin. Di îdeolojiya dijşoreşê de jî heman pîvan heye; bi xulaseya ezmûna gerdûnî ya hêzên dijber tevdigerin. Di rastiya polîtîk de hevgirtin û îttîfaq bêhtir berbiçav in. Aktualîteya polîtîkayê îttîfaqan bêhtir berbiçav dike. Ya îdeolojiya PKK’ê mumkîn dike, ezmûna sosyalîzma pêkhatî ye. Sosyalîzma pêkhatî jî rastiyeke welê ye ku karekterê xwe yê enternasyonal bi awayekî berbiçav raber kiriye. Peyva enternasyonlîzmê bi xwe jî di nava xwe de maneya hevgirtin û piştgiriya navneteweyî dihewîne. PKK’ê ji aliyê polîtîk ve di şertên sosyalîzma pêkhatî de hewl daye hebûna xwe pêk bîne. Di şertên neteweyî û navneteweyî de tercîhkirina bloka sosyalîzma pêkhatî, mîna ku ji berê ve ji roja derketina wê ve hatibe destnîşankirin.
Pirsgirêk ji têgihiştina hevgirtina wê ya teorîk nîne, hevgirtin ê di pratîkê de çawa bi gewde bibe, pirsgirêk ev e. Hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di nava şert û mercên sosyalîzma Tirkiyê de tercîheke rast bû. Di derketina holê ya PKK’ê de mirov nikare rola Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê ji nedîtî ve bê. Eger Tevgera Sosyalîst a Tirkiyê curretî şer nekiribûya, mirov nikare îdea bike ku wê PKK’ê bi tena serê xwe curretî şerê şoreşgerî bikira, ev îdea bi tenê qîmeteke xwe ya ferazî heye. Ev tê wê maneyê ku pêşengên şoreşgerî yên gel ên çarenûsa wan li bin banê heman dewletê hatiye hûnandin li gorî xwezaya wan a civakî ye ku beriya her tiştî di nava xwe de hev bigirin û di çarçoveya vê hevgirtinê de tevbigerin.