NAVENDA NÛÇEYAN-
“Şal û şapik li bejnê hiştin
Rext û tifing ber û piştin
Li govenda fireh û mezin
Zend û benda vemaliştin”
Kurtay Bınevş Mahir Nivîsand…
Diyardeyên wekî çand û ziman hebûna gelekê dide diyarkirin. Her netew li gorî vê pir rengiya xwe jihev cuda dibe. Di nav vê ahengiyê de piştî ziman, tişta ku di nava neteweyan de herî zêde balê dikişîne ser xwe, berbiçav e yan jî em bibêjin bêhtir xwedî tesîr e, çand e. Wekî xwarin û vexwarin, rabûn û rûniştina orf edetên her miletî li gor taybetmendiyên xwe derdikevin holê. Her civak bi tesîra erdnigarî, aborî, dîn, dîrok û hwd. formekê digirin û di wî qalibî de, vediguhezînin nifşê nû yên li pey xwe. Bi çandê ve girêdayî cil û berg jî di vê pevajoyê de cihekî pir giring digirin. Bi vê navûdengiyê, gelo dema em bibêjin; cil û bergên Kurdî dîmenekê çawa tê ber çavê we? Sembola kurdewariyê bi çi rengî ye?
Dîmen, bi kiras û xeftanên reng bi reng, (mîna keskesorê her rengê xwezayê dihewînin) kemberên badayî, şal û şapik, egalê deq deqî, li stû an li serî pêçayî ne? (Egal/çefî weke semboleke serekene ji xwe) Belê, dîmen pir rengîn û pir zengîn e, hele wexta (bi piranî ) li hêla Botanê di şahiyan de jin kiras û xeftanan, mêr şal û şapikan bi ser bejn û bala xwe de berdidin, mirov ji temaşeya vê şox û şengiyê têr nabe, cil û berg wê ahenga govendê ya bêhempa temam dikin. De ka em hinekî vê bedewiyê berbiçav bikin. Belê mijar gelekî berfireh e. Ji ber ku gelek teybetmendiyên lixwekirina kurdan hene. Lê hema bi kurtasî em binêrin gelo em qedrê vê bedewî û kevneşopiyê dizanin! Kevneşopiya hezaran salan ve heta roja me ya îro hatiye. Heta roja me ya îro hatibe û hîn jî ji aliyê gelek kesan ve were bikaranîn (kêm be jî ) dibe sedema kêfxweşiyê. Her çiqas dem dibihure, dinya diguhere, mirov li pey tiştê nû dikeve jî, tu carî dev ji tama berê, xweşiya berê bernade. Bi awayekî xwe digihîne kok û binyata xwe ya ku jê şax da be.
Her zindî bi rehê xwe ve jîndar e, dema reh ji koka xwe biqete wê hişk û pûç bibe. Xwebûna her kesî giredayî eslê wî ye bêyî hay jê hebe yan nebe. Cil û bergên me jî perçeyekî nasnameyê ye. Mîrateyên bav û kalên me ne, hêj ji dema mîtaniyan, ji ya zerdeştiyan ve hetanî îro hatine, divê em her biparêzin, hez bikin.Di jiyana rojane de her çiqas ji xeynî kal û pîran neyên bikaranîn jî di dawet û şahiyan de, di cejn û pîrozbahiyan de ciwan jî bi seba lixwekirinê, vê kevneşopiyê didomînin. Keç û xort, jin û mêr, kal û pîr, zarok jî di rojên taybet de li xwe dikin. Şervan weke cilê leşkeriyê şal û şapikan (di navbera jin û mêran de ferqî nîne) her wekî hozan û hunermend, li ser dikê di bernameyên pêşberî gel de, li xwe dikin. Şêweya cil û bergên kurdî li gorî herêman cihêreng in, di motîf û girêdanê de, di qumaş û aksesuarên bikaranînê de, her herêmek şêweyekî xwe heye. Ev jî nîşaneya dewlemendiyeke mezin e. Mînak li hêla Mêrdînê jinên navsalî her tim pêşmal bi kar dianîn. Pêşmal ne bi tenê lazimiyek bû! Bi wê dawên xwe jî dinixumînin. Her wekî girêdana desmalên hevrîşim li ser laçikê spî li eniyê ev jî şêweyek wir ya berbiçav e. Lê dîsa dema mirov binêre di esasê xwe de, form û stîleke hevpar heye. Li her çar parçeyan cilên neteweyî xwe bi heyîna xwe ya taybet diyar dikin. Kofî û egal, çefî û desmalê reng bi reng, şar, kitanê spî, kemberê bi rengê zîv û zêr, carina bi rêşîk, şûtikê li piştê pêçayî, hûçk/ lewendîyên bi zendê ve dirêj (lewendî hem jin hem mêr bi kar tînin; mêr bi zendê xwe ve dialînin). Her herêm li gor taybetmendiyê xwe bi şêweya xwe, bi awayên cûr bi cûr xemla xwe girêdidin. Di folklor û wêjeyê de, kiras û xeftanê jinê, fîstanê wê yê gulgulî kembera li navê badayî, şal û şapik, cemedanî, gulîyê egalê, kofî û desmalê sor û şîn hwd. dibin deng û awaz dibin gotin û stran.
Dibêjin;
“Xeftan pembûyê dêrikê
Min derzek daye ber zendikê
Xeftan tê li bejna keçikê
Malê min xeftano”
Yan jî wekî:
“Kofî girêda li eniyê
Desmala sor li pêşiyê”
Mîna:
“Şal û şapik li bejnê hiştin
Rext û tifing ber û piştin
Li govenda fireh û mezin
Zend û benda vemaliştin”
An jî:
“Li bejna bavê Mihemed salih
Şahê dengbêjan mêze dikim
Li şal û şapika ez ê bala xwe bidim
Têlîkê tûtikê silîvanî reng e”
Bi rastî jî lêkolîneke berfireh a herêm bi herêm û bi baldarî, bi hosteyî li ser vê mijarê divê. Ji ber ku gelek detay û wate hene di fesal û dirûtinê de, di reng û şêwazê de. Nivîskar û dîzaynger Salihê Heydo li gorî gotina wî ku ji sala 1972’an ve bi dildarî li ser karê cil û bergên kurdewarî dixebite, xwedî arşîvek berfireh yên wêneyan e û dibêje jî:
“Jinên kurd ji berê de ji teyran, ji çûkan,
kevokan hez kirine, ji ber wê fesala cilê
xwe şibandine baskê teyran, serê qûmrîya,
rengê hechecîka…
Ev gotin tenê hêjayî vekolîneke bi baldar e. Xwedîderketina li xwe, nirxê xwe, cihê şanaziyê ye. Heta niha tiştê di warê qimetdayinê de me got helbet kêm be jî, hêjayî dilxweşî û bi hêvîbûnê ye. Ji ber ku di vê serdemê de balkişandin û bandorkirina kevneşopiyan zehmetiyeke mezin e. Kurd, li gorî me ji gelên din bêhtir li dû şopa
kevneşopiyê xwe ne, bi kêmasî civatek, qismek ku ji vê ya tam û çêjê digirin hene. Bi rastî jî kurd xwedî çandeke bi esl û fesl in, xwedî teybetmendiyê xas û bi esas in. Dîsa di vê derbarê de tenê cil û bergên Kurdî yan jî Kurdî axaftin nayê wê wateyê parastina çanda Kurdî yan jî Kurdî jiyan kirin. Ev jibo veşartina rûyê rastî yê nokeriye. Belkî li bakur Hizbul-kontra ye li başur jî xeta PDK Û barzaniye. Ev xet belku xwe wekî Kurdistaniyên her baş didin nîşan kirin, lê hemû jibo veşartina sextekarî, berjewendî yên şexsî ne. Xwe wekî Kurdewarekî herî baş didin nîşan kirin, lê jibo qirkirina ser çand û civaka Kurd tê kirin hemû riyan vekiriye.
Hêjayî bibîrxistinê ye tiştên ku me li jorê qal kirine di çi rewşê de ye û êrişên çiqasî hovane li beramberî wê tên kirin, ketina ferqa wê bêhtir girînge. Kurdistan hem di warê folklorî, hunerî, cil û berg de ji aliyê her kesî ve tê zanîn çi qasî dewlemede, ji xwe ji ber xwedî kokên herî kevnare di rojhilata navîn de, hîn xwe dide berdewam kirin ruxmê hemû polîtîkayên helandinê. Ev aliyeke lê ne tenê ev hiştiye ku ser lingan bimîne. Niha eger em bala xwe bidinê dijminekî faşîst wekî AKP-MHP çawa li ku derê dinyayê Kurdek hebe, yanjî faliyetek Kurdewarî hebe êriş dike qebûl nake, di roja me ya îro de ev zêdetir bûye. Taybet li cihên wekî bakurê Kurdistanê zêdetir qedexe li dijî çanda Kurdî pêşxistine.
Ya rast di giştî Kurdistanê dema em mêze dikin piştî derketina Rêber Apo û tevgera azadiyê ewqasî xwedî lê derketin û pêşxistina çand û folklora Kurdî pêşketiye. Beriya wê hema ber bi tunebûnê ve çûbû. Ji xwe Rêber Apo destnîşan kir ku li Kurdistanê qirkirina çandî heye, jibo wê pêwîste tekoşîna xwe ya hebûn û azadiyê di her alî de were meşadin. Dî vî aliyê de taybetî di şexsê ciwanên Kurdistanê de parastin û berdewam kirina ziman, sitran, cil û berg yên netewî bi serê tekoşînek ya hebûnê ye. Ma tekoşîna hebûnê jî ne bi nasname, çand û zimanê xwe ye!