BEHDÎNAN– Di çalakiyên gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 1 leşkerê Tirk a dagirker hate cezakirin û 4 jî birîndar bûn. 2 çeper hatin îmhakirin, dronek hate xistin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê;
Di 10’ê Îlonê de dagirkerên herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bûn hedef û bi çekên giran hatin gulebarankirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
10’ê Îlonê saet 10:18’an de dagirkerên herêma Berxwedanê ya Girê Cûdî bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û 1 dagirker hate cezakirin.
10’ê Îlonê saet 09:40 û 10:00’an de dagirkerên ku xwestin xwe li herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin, bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin. Di vê çalakiyê de çeperek hate rûxandin û 3 dagirker jî birîndar bûn.
10’ê Îlonê saet 14:20’an de li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
10’ê Îlonê saet 16:15’an de dagirkerên herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin.
11’ê Îlonê saet 05:10’an de li qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
11’ê Îlonê saet 16:50’î Gire FM ku xwest bi teqemeniyên qedexekirî tunelên me yên şer ên li herêma Berxwedanê bombe bike, bi taktîkeke sabotajê hate gulebarankirin.
herêma Xakurkê;
10’ê Îlonê saet 08:40 û 10:35’an de li herêma Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin a dagirker 2 caran bi çekên giran êrîş pêk hat û çeperek hate rûxandin.
11’ê Îlonê saet 07:55’an de li herêma Berxwedanê ya Girê ya Şehîd Hêmin, dagirkeran bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin.
herêma Metîna;
10’ê Îlonê saet 12:50’î li herêma Berxwedanê ya Şêlazê dronek hat xistin.
Di 10’ê Îlonê saet 17.00’an de li herêma Berxwedanê ya Şêlazê dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
Herêma Heftanînê;
1’ê Îlonê saet 17:40’an Dagirkerên ku dixwestin daran li herêma Xantûrê bibirrin bi çekên giran hatin gulebarankirin û 1 dagirker birîndar bû. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexe;
Di 10 û 11’ê Îlonê de tunelên me yên li herêma Berxwedanê ya Girê FM 5 caran bi teqemeniyên qedexe hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 10, 11 û 12’ê Îlonê de, Şehîd Şerîf, Sinînê, Girê Qele, Lolan, Berbizinê, Girê Mesken, Herêmên Berxwedanê ya Kendekola 4 caran, herêma Şehîd Delîl Rojavayê Zapê ya herêma Biharê ya Girê 6 caran; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 28 caran hatiye bombekirin.
Di 10 û 11’ê Îlonê de Herêmên Berxwedanê yên Sinînê û Lolan ên herêma Xakurkê 3 caran, Herêmên Berxwedana Serê Metîna û Bêşîlî yên herêma Metîna jî 3 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin.”