BERLÎN – Ciwanên Kurd ên li bajarê Berlîn ê Elmanyayê dijîn, banga tevlîbûna çalakiya “Meşa Dirêj” ku wê di navbera 15-20’ê Îlonê de bê lidarxistin, kirin.
Ciwanan banga meşa di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” kirin û diyar kirin ku ew tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO tê meşandin qebûl nakin.
Ciwanan diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO dê Meşa Dirêj li dar bixin û gotin, “Weke ciwanên Berlînê em ji bo Meşa Dirêj amade ne. Ciwanên Kurd hûn amade ne? Bi daxuyaniyên xwe bang li ciwanan kirin ku di vê meşê de li herî pêş bin.
Daxuyaniya ciwanan bi dirûşmeyên “Ciwan Fedaiyê Rêber APO ne” û “Freiheit für Öcalan – Frieden in Kurdistan” bi dawî bû.
Agahiyên çalakiya Meşa Dirêj ku wê her roj li bajarekî cuda bê lidarxistin wiha ne;
15.09.2024 – Kombûyîn
Cih: Herbert Hinnendahl-Strasse 11,
33602 Bielefeld
Dem: 11.00
16.09.2024
Cih: Bielefeld HBF
Dem: 08.00
17.09.2024
Cih: Hamm HBF
Dem: 09.00
18.09.2024
Cih: Dortmund HBF
Dem: 09.00
19.09.2024
Cih: Essen HBF
Dem: 09.00
20.09.2024
Cih: Rawestgeha Tramvayê Marxloh Pollman (Hûn dikarin bi hejmara tramvaya 903 ji Duisburg HBF bigihîjin vê nuqteyê.)
Dem: 09.00
Ji bo ragihandinê;
Mail: [email protected]
Instagram: @mesadirej2024
Telegram: @mesadirej2024
TikTok: @mesadirej2024
X (Twitter): @mesadirej2024