NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên li navçeya Çemçemal a bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê dijîn, bi daliqandina pankartên nivîskî li nuqteyên qelebalix ên bajêr êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkarî û xiyaneta PDK’ê ya li dîjî Kurdan teşhîr kirin.
Ciwanan li cihên giştî bi taybet li Bazara Çemçemal, bajarokê Şoreş, Pira Mame Rîşe pankartên bi nivîsa “Malbata Barzanî li kêleka dijminê gelê Kurd e” û “Gerîla hêz û baweriya gelê Başûr e” daliqandin.