NAVENDA NÛÇEYAN – MAK’ê (Milisên Azadiya Kurdistan) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku milisên wan di 11’ê Îlonê saet 22.20’an de li Taxa Kişla ya Geverê li dijî polîsên dagirker ji du aliyan ve çalakiyek li dar xistine û di encamê çalakiyê de 4 leşkerên dagirker birîndar bûne.
Daxuyanî wiha ye:
“Çalakiya Milîsên MAKê li Gever û Êlihê. Li Geverê 4 dagirker birîndar bûn, 2 jê giran.
Milîsên me roja 11’ê Îlonê saet 22.20’an li Taxa Kişla ya Geverê li dijî polîsên dagirker çalakiyek ji du aliyan li dar xistin. Pêşî milîsên me yên ku agir pêxistin û fîşekên hewayî avêtin, dagirkeran ber bi qada çalakiyê ve kişandin. Milîsên me bi teqemeniyên destçêkirî û çekên ferdî bi 2 akrep û wesayîteke bi tîpa Amarok ketin kemînê. Polîsên ku ketin qada çalakiyê û bi awayekî bi bandor gule li wan hat reşandin. Wesayîta bi tîpa Amarok a dagirkerên ku di nava panîk û tirseke mezin de bûn, dema dixwest ji qada çalakiyê derkeve li stûna ronahiyê qelibî. Di encama çalakiyê de 2 ji wan bi giranî 4 dagirker birîndar bûn û li qada çalakiyê jî şopa xwîna polîsên birîndar hatin dîtin. Dema ku dagirkerên birîndar bi wesayîtên zirxî rakirin nexweşxaneyê, milîsên me bi saxî ji herêmê vekişiyan.”