KOLN – Li bajarê Koln ê Elmanyayê, li meydana li ber Katedrala Dom a Elmanyayê, ji aliyê jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê ve standa danasîna çanda herêma Rojhilatê Kurdistanê hate vekirin.
Jinên ciwan ên ku li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd armanc kirin çanda Kurdan bidin nasîn, bi xebatên xwe nîşan dan ku serî li ber polîtîkayên asîmîlasyonê natewînin.
Di standê de cil û bergên herêmî, zêç, qumaş, wêne û tiştên cuda yên herêma Rojhilat hatin pêşandan. Her wiha pirtûk û broşurên li ser Jineolojî û tevgera “Jin Jiyan Azadî” jî hatin pêşkêşkirin.
Jinên ciwan ji kesên hatin standê re behsa çand û dîroka Rojhilat kirin. Her wiha li ser tevgera “Jin Jiyan Azadî” û Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê axivîn.
Çalakiya standa jinên ciwan bi gerandina govendê ya Kurdistanî û dostên wan ên li qadê kom bûn bi dawî bû.