ŞEHBA- Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi beşdariya gelê Şehbayê ji bo Şehîd Mahmût a ku endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger bû çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Ciwan di çaremîn salvegera şehadeta Şehîd Mahmût de li goristana Şehîd Zozan Amanos hatin cem hev û piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê dest bi merasîma bîranînê kirin.
Piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Halid Efrîn li ser wate û girîngiya rojê axaftinek kurt kir.
Halid Efrînî ku bi bîranîna şehîd Mahmût û hemû şehîdên şoreşê dest bi axaftina xwe kir. Halid, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê û bang li ciwanan kir ku bi parastina bîranînên ya şehîdan re li dijî êrîşan bibin yek.
Piştî axaftinê li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Şehîd Mahmût 4 sal berê li gundê Şêrewa ya Efrînê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû. Mîrateya têkoşînê ya ku Şehîd Mahmût ê kedeke mezin di xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger de ji ciwanên Efrînê re hişt, ji aliyê ciwanan ve bi dildariyeki mezin tê parastin.