HESEKÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê vekirina Navenda xwe ya bi navê Şehîd Zîlan Besê bi şahiyekî coş ve kirin.
Bi dehan kes ji bo vekirina Navenda Yekîtiya Jinên Ciwan ya Ş.Zîlan Besê li pêşiya navendê amade bûn. Navenda ku wê tê de perwerdeyên ziman (Kurdî,Îngîlîzî), çand û hûner (govend, şano, stran), ragihandin, jîneolojî werin dayîn, mîsyona pêşengtiyê di zanekirina jinên ciwan û civakê de dide xwe.
Navenda Yekîtiya Jinên Ciwan ya Şehîd Zîlan Besê de sûretê gelek jinên ku hatine qetil kirin wekî Jina Emînî, Moumita Debnath, Nermîn Ferho, Narîn Gûran hatibû daliqandin. Di heman demê de sûretê jinên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirine jî cîhê xwe di navêndê de digirt. Taybet sûretê jina Belûc a fedayî Zîlan Kurd (Mahal Belûc), Ş.Sara Tolhildan, Ş.Ruken Zelal, Ş. Gulîstan Tara, Ş. Nagîhan Akarsel û bi dehan jinen fedayî jî bal dikişand.
Şahîya vekirina navendê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê ve despê kir. Li dû rêzgirtinê dayîka Şehîd Zîlan Besê ku ji xebatê jinên ciwan re pêşengtî kiribû, piştre tevlî refê gerîla bibû û li Heremên Parastina Medyayê gihîştibû şehadetê axivî. Dayîka Şehîd Zîlan axaftina xwe de navend li Rêber APO, hemû şehîdên şoreşê pîroz kir û wiha got “Ev navend wê bibe wesîleya pêkanîna xeyalên Ş.Zîlan Besê”
Piştî axavtina vekirinê endamê Yekîtiya Jinên Ciwan Helîme Zana axivî û wiha got:
“Em vê navendê di serî de Rêber APO, şehîdan, li hemû gelên azadîxwaz û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Wekî ku tê zanîn sibê salvegera qetilkirina Jina Emînî ye û heman demê de salvegera serhildana Jin Jiyan AzadÎ ye. Rojekî wiha de navenda xwe vekirin ji bo me jinan gelekî watedar e.
Tekoşîna jinan û ciwanan di giştî cîhanê de li beramberê sîstema kapîtalîst û baviksalar didome û ev tekoşîn bûye şerekî bê hempa. Jin ji vê şerê azadiyê re pêşengtiyê dikin. Jina Belûc Zîlan Kurd (Mahal Belûc) mînaka vê yekê ye. Mahal Belûc ku şervanê rizgariya Belûcîstanê ye, ji Şehîd Zîlan a ku di sala 1996’an de çalakiya fedayî pekanîye bandor bû û navê xwe xist Zîlan Kurd. Li pey şopa Ş.Zîlan de meşiya û derbeyekî mezin li sîstema baviksalar xist.
Ev yek nîşan dide ku tekoşîna jinên Kurd çiqasî gerdûnî bûye. Navenda me jî wê ji bo xurtkirina vê tekoşînê hertim çalak be û bibe navenda perwerde û zanekirina jinên ciwan.”
Piştî axaftinê jinên ciwan şanoya xwe ya binavê “Tolhildan û Vejîna Jinê” pêşkeş kirin û navend ji aliyê dayîka Ş.Zîlan Besê ve li kêleka coşa girseyê û sloganên Jin Jiyan Azadî ve hate vekirin. Şahî bi govendên jinên ciwan ve bidawî bû.