BIELEFELD- Ciwanên Kurdistanî yên ku duh li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê bi konferansê destpê kirin, danê sibehê li Bielefeld Hauptbahnhofê hatin cem hev û dest bi çalakiya Meşa Dirêj kirin. Armanca meşa îsal a ku bi beşdariya ciwanên Kurdistanî û ciwanên enternasyonalîst destpê kir, azadiya Rêber APO bû.
Meşa Dirêj a ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” pêk hat, li Bielefeld Hauptbahnhofê bi coş û tevlîbûna ciwanan daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya çapemeniyê de bal hat kişandin ser pergala Qirkirina Îmraliyê û 43 meh in nûçe ji Rêber APO nayê girtin.
Di bernameya ku bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir de peyama ku azadiya Rêber APO bi berxwedanê pêkan bû hat dayîn.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Ferhat Mêrdîn ku li ser navê ciwanan axivî, diyar kir ku azadiya Rêber APO bi berxwedanê pêk were.
Mêrdîn ji Rêber APO re got ku Tevgera Azadiyê wê bi têkoşîna tevahî gelan bi ser bikeve û wiha dewam kir; “Ev 25 sal in komploya navneteweyî didome. Têkoşîna Rêber APO, Tevgera Azadiyê û gelê me bû sedem ku hêzên komploger negihêjin armancên xwe. Amerîka, Îsraîl û Îngilîstan ji ber ku têkoşîna Rêber APO rê li ber projeyên wan ên li Rojhilata Navîn girt, komploya navneteweyî pêk anîn.
Azadî tenê bi berxwedanê pêkan e
Li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKOJIN) Jiyan Kîrmanşah di metna ku bi Elmanî xwend de axivî û got ku berxwedana jinê wê Rêber APO bigihîne azadiya fîzîkî.
Kîrmanşah diyar kir ku azadî teqez wê bi berxwedanê pêk were û got: Afirandina Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber APO bersiva herî mezin a li dijî komploya navneteweyî bû. Bi awayekî teqez hat îspatkirin ku li ser bingeha jiyana hevpar a azad pêkan e ku gelan bi hev re bijîn û ev yek niha li Rojava bi awayekî zelal tê dîtin.”
Kîrmanşah anî ziman ku CPT û Yekîtiya Ewropa bi bêdengiya xwe re bûne hevpar û got;
“Azadiya gelê Kurd û gelên herêmê bi azadiya Rêber APO re mîna zincîreyekê girêdayî ye. Ji bo fikir û felsefeya Rêber APO li cîhanê belav nebe, tecrîda mutleq li ser Rêber APO hate ferzkirin. Ev biryareke siyasî ye. Ev 42 meh in tu agahî û nûçe li ser Rêber APO tuneye. Di bin îşkenceyên giran de tê ragirtin û ev yek binpêkirina hemû mafên mirovan e. Li vir jî saziyên mafên mirovan, CPT, Konseya Ewropa û hwd. ew bi bêdengiya xwe hevkariya sûc dike û rasterast berpirsiyar e,”
Ciwanên ku li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê hatin cem hev, wê Meşa Dirêj a ku li bajarê Bielefeld ê Duisburgê dest pê kiribû, bi dawî bikin.