ŞEHBA- Endamên Meclisa Jinên Ciwan a PYD’ê ya Kantona Efrînê û Şehba bi mijara “jin û siyaset” komxebatek li dar xist.
Di komxebata ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir, yekemîn nîqaş li ser çawaniya xwedîderketina jinan a di nava siyasetê de hate kirin.
Di axaftinan de behsa siyasetmedarên jin ên şehîd ên ku ked dane siyaseta Kurd û ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û dagirker ve hatin qetilkirin, hatin kirin. Her wiha behsa gelek siyasetmedarên jin ên niha di girtîgehê de ne û hat diyarkirin ku divê têkoşîna wan mînak bên girtin.
Di komxebata “Siyaset û jin” de yek ji xalên herî girîng jî polîtîkayên destavêtin û qetlîamên li ser jinan bû. Jinên ciwan di salvegera şehadeta Jina Emînî de hemû jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn, û banga mezinkirina têkoşîna li dijî komkujiyan kirin.
Piştî nîqaşên berfireh komxebat bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.