NAVENDA NÛÇEYAN-
Sema Delîl AMED Nivîsand…
Fîlozofa Serbilind Hypatîa
Beriya Zayînê di salên piştî 600’î de li Yewnana Antîk serdema felsefeyê destpê dike. Fîlozofên li qeraxên deryaya Ege’yê, her tiştên di xwezayê de, civaka heyî, hemû tevgerên mirov, didin ber lêpirsînê. Her wiha di hiş û bîra mirovahiyê de ji bo azadiyê perdeyeke nû vedibe, ronahî li cîhanê belav dibe. Mirov ne weke kole, lê mîna mirov tê pênasekirin. Cihê ku jinê re hatiye diyarkirin, em bala xwe didinê, di vê demê de jî ne zêde li derveyî fikra mêrê serdest e. Ji ber ku dîsa weke cinsa duyem, mirova kêm û divê di xizmeta mêr de be jê re cîh tê veqetandin. Dixwazin vê diyarkirina ji bo jinê êdî weke kevneşopiyekê di dîroka mirovahiyê de bidin meşandin.
Çanda dayika xwedawend ew çend xurt e ku kokên wê heya bi kûrahiya genên hişê mirov xwe berda ne. Her wiha bêdengkirin û qutkirina wê jî gengaz xuya nake. Em vê jî ji serboriyên jinên weke Hypatîa û belkî bi hezaran ên mîna wê qewimîne hîn dibin. Fîlozof Hypatîa, di navbera salên 370 û 415’an de li Îskenderiyê jiyana xwe ya ji bo mirovahiyê bi sûd û ji bo xwe tijî êş derbas kiriye. Ji aliyê bavê xwe yê di zankoyên wê demê de mamosteyê bîrkariyê ye(matematîk) ve hatiye perwerdekirin. Perwerdeya xwe ya esasî jî li Atînayê qedandiye, kuta kiriye. Di navendeke bi zîhniyeta mêrê serdest hatiye çêkirin, hûnandin de karibûye bi sekn û têkoşîna xwe rengê xwe diyar bike.
Dema vedigere welatê xwe, dibistanekê vedike û gerînendeya (mudur) pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ye ku yek ji navendên ilm û zanyariyê ya danehevên herî girîng ê mirovahiyê ye. Di dibistanê de dersên felsefe, bîrkarî û astronomiyê dide. Tê gotin ku li Îskenderiyeyê li ser Arîstoteles û Platon dersan dide gel. Di heman demê de berhemên fîlozofên demê şîrove û rexne dike.
Li hemberî dogmatîzma olê têdikoşe. Ji bo di navbera xwendekarên wê de şerên olî pêk neyên wiha dibêje: “Ti yek ji me naşibe yê din. Lê ew tiştên me digihînin hev ji wan tiştên me ji hev vediqetînin zêdetir in. Em hemû xuşk û bira ne.” Ev gotin bixwe jî helwesta Hypatîa ya exlaqî û polîtîk a li hemberî rewşên wiha nîşan dide. Bi xebatên xwe zîhniyeta qirêj a desthilatdar a wê demê ya dêrê derxistiye holê. Ji ber vê yekê ye ku ji bo dêrê xetereyeke cîdî bûye.
Rahibên ku desthilatdariya dêrê ya domdar diparêzin êdî tevnên xwe yên komployê li dora Hypatîa’yê dirêsin. Ji ber ku Hypatîa bi jiyana xwe, bi fikrên xwe, bi dersên xwe dogmatîzma dêrê qebûl nake, ev jî dikeve pêşiya berjewendiyên wan. Destpêkê ji bo xebatên wê yên li ser astronomî û şîroveyên xewnan wê weke cadû ango pîresêhr didin nasin, di çavê gel de wê û xebatên wê sûcdar dikin, li gorî hikmên Incîlê fermana qetla wê derdixin. Keşîş ji dibistana wê Mûseîonê wê diqefêlin û dibin dêrê û li wê derê qetil dikin. Piştre bedena wê ya tazî di kuçeyan de bi erdê re kaş dikin û dawî tê gotin ku bi pirtûkxaneya wê re ew bedena bêgiyan dişewitînin. Li gorî gotinekê jî li kuçeyê di bin lingên wesayîta hespan de wê diperçiqînin.
Weke jineke fikirdar, gel bi ilm û zanatiya xwe ronî dike, rê li ber desthilatiya nêrane û dêrê digire, bi komployeke giran tê qetilkirin. Bi gotineke wê ya di derbarê avahiya civaka wê demê de mirov agahdar dibe; “Hûn mêr, ji bilî bedena min û cinsê min nikarin ti tiştekê bibînin, fêm bikin!”
Welatparêzeke Şervan; Jeanne D’arc (Jan Dark)
Di sedsala 15. de dema em çav li dîrokê bigerînin em ê êdî jina hema bêje bi tevahî hatiye bêdengkirin bibînin. Di Xiristiyantiyê de engizîsyon, di Îslamiyetê de girtina deriyên îçtihadê hemû rêyên azadiyê li pêşiya fikir û zîhniyeta azad a mirovahiyê girtine. Şer û pevçûn ji nav dewletên desthilatdar kêm nabin. Şerê dagirkeriyê yê zêdetir ax û madiyatê çav li kral û rêveberên dewletên Fransa û Îngiltereyê kor kirine. Bi şerekî dûdirêj bakurê Ewrûpayê veguherandine gola xwînê.
Li şûngehekî wiha çavê fransiyên hejar û gundî li xelaskerekê ye ku wan ji vî şerê qirêj xelas bike. Jineke bi navê Jeanne D’arc ji nav van gundiyan weke nûnerê xwedê hatiye şandin derdikeve û ji bo welatê xwe ji bin vê mêtingeriyê rizgar bike şûr û mertal girê dide. Dema ku derdikeve dîwana kral Charlesê IIV. û daxwaziya şerkirinê dike, salname 1429’ê nîşan didin. Xwe mîna şovalye girê dide û dest bi şer dike. Fermandarên bi tecrûbe li dora wê kom dibin û bi şervaniya xwe dibe mînak ji gel re. Gelê ku jê bawer dibin, didin dûv wê û bi girseyan tevlî artêşa ku ew jê re rêbertî dike dibin. Artêşa ku bi hatina wê moral digire yek bi yek kelheyên xwe ji destê Îngilîzan rizgar dikin, serkeftinên mezin bi dest dixin.
Bi rêberiya Jeanneyê tevgereke welatparêziyê destpê dike. Feodalên Fransayê yên ku ji vê tevgerê ditirsin bûn asteng ji berdewamiya serkeftinên vê jina welatparêz a Fransayê Jaanneyê re. Kral êdî piştgirî nedida wê, ev jî bû sedem ku li Parîsê têk biçe. Di 1430’yî de Bûrgor wê diqefêlin û bi deh hezar frenkan difiroşin Îngilîzan. Dadgeha olî bi sedema ku ji aliyê olî ve ji rê derketiye wê sûcdar dikin û didarizînin. Kral Charlesê IIV. ji bo wê xelas bike ti tiştekê nake. Ya rastî Îngilîzan dixwestin îspat bikin ku serkeftina Fransayê karê şeytanan e. Ji ber vê yekê jî komployeke bî vî rengî anîn serê wê. Di 30’yê Gulan’a 1431’an de bi saxî hat şewitandin, qetilkirin. Weke rêbereke gelê xwe ew hatibû qetilkirin, lê eşqa welatparêziyê li nav gelê Fransayê belav bûbû. Ev jî bûbû sedem ku Îngilîzan ji welatê xwe bavêjin.
Careke din em bi jineke derketî derveyî rola ku zîhniyeta desthilatdarparêz jê re daye re rû bi rû dimînin. Û em dîsa li ser dikê dêra Xiristiyan dibînin ku rêbazên xwe yên kujer, qetilkirinê li ser jineke berxwedêr didin pêkanîn. Li gel ku di navberê de bi sedsalan jî derbas bûye ev jina bê tirs hê jî di dil û mêjiyê gelê xwe de, di dîroka Fransayê de bi rengekî zindî cihê xwe digire.