NAVENDA NÛÇEYAN – Serhildana Jin Jiyan Azadî ya ku hemû gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinên Kurd bi yek dengî li dijî qirkirin, neheqî, koletî û zilmê diqîrin sala xwe ya 2’yemin de ye.
Di vê roja girîng de endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên li kantonên Reqa û Tebqa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bir bernameyan ve salvegera Serhildana Jin Jiyan Azadî silav kirin.
Reqa- Yekîtiya Jinên Ciwan ên Reqa bi boneya duyemîn salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî li salona stadyuma şaredariyê hatin cem hev û çalakiyek li dar xistin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê di şexsê Jina Emînî de ji bo hemû jinên ku hatin qetilkirin destpê kir.
Piştre jî ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Yasemîn Ehmed ve axaftinek kurt hate kirin. Ehmed ku bi bîranîna Jîna Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin dest pê kir û diyar kir ku li cîhanê bi hezaran jin ji aliyê zîhniyeta dewletên faşîst û dagirker ve rastî şîdet û destavêtinê tên.
Ehmed, da zanîn ku şoreşa Jin Jiyan Azadî îlhama gelek jinan di rêya azadiyê de girt û jin bi felsefeya Jin Jiyan Azadî gelekî xurtir in û bal kişand ser girîngiya gihandina vê felsefeyê ji hemû jinan re.
Piştî axaftinê sînevîzyona ku jiyana Jina Emînî û serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê, hate temaşekirin.
Çalakî bi dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî bi dawî bû.
Tebqa- Yekîtiya Jinên Ciwan îro danê sibê bi boneya duyemîn salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî li bajarê Hnaîda yê gundewarê parêzgeha Tebqayê bi beşdariya gelek kesan civînek li Meclîsa Jinê ya Zenobiya li dar xist.
Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir.
Di civînê de hat destnîşankirin ku ji bo pêşî li komkujiyan bê girtin, divê hêza xweparastinê li her qadê bê pêşxistin û rêxistinkirin. Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.