ŞEHBA- Duh şev li salona Mîtan a navçeya Ehdas ji bo jina bi navê Evîn a ji Efrînê ragihandibû ku tevlî nava refên PKK’ê bûye bi hevkariya Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger şahiyek hate lidarxistin.
Beriya dest bi pîrozbahî were kirin di şexsê Jîna Emînî de ji bo hemû şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtin hat girtin. Piştre dayika jina ciwan ku da zanîn ku ew tevlî nava refên azadiyê dibe, axivî.
Dayikê di axaftina xwe de diyar kir ku yekane rêya ji bo bersivdayîna herî rast a pêvajoyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO tevlîbûna nava refên azadiyê ye û destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin biryara keça xwe.
Evîn ku piştre derket ser dikê û destnîşan kir ku ew tevlî nava refên PKK’ê bûye, diyar kir ku şoreş tenê bi hêza jinên ciwan dikare bi ser bikeve.
Di dawiyê de koma jinên ciwan Kevana Zerîn derketin ser dikê û stran gotin.
Çalakiya moralê bi dîlan û dirûşmeyan bi coşeke mezin bi dawî bû.