HESEKE – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê civînekî berfireh li darxist. Bi dehan endamên Yekîtiya Xwendekaran li Navenda Ciwanên Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) a li bajarê Heseke kom bûn.
Civîna xwendekaran bi deqeyekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê ve despêkir. Despêka civînê de behsa girîngiya tevgera xwendekaran di nava şoreşê de hate kirin û wiha hate gotin
“Rêberê Gelan Rêber APO meşa xwe ya azadiyê di nava xwendekaran de da despêkirin û bi xwe jî xwendekarek bû. Ev dide xuyakirin ku wekî xwendekar bendewariya ku li me tê kirin çiqas pir e. Ew hêza me heye ku em Di nava şoreşê de şoreş çêbikin. Civakekî zane ava bikin. Divê em hemû jî vê mîsyonê bidin xwe.”
Piştî van nirxandinan pirsgirêkên rêxistinkirina xwendekaran û pirsgirêkên ku di dibistanan de derdikevin hatin nîqaş kirin. Li kêlaka nîqaşkirina pirsgirêka, her ciwanekî rêya çareseriyê jî danî holê. Di dawiyê de wiha hate gotin:
“Piştî ku me daxwaz kir, tu tiştek pêşiya me ne asteng e. Rêber APO dibêje “Min guleya yekemîn ne li dijmin xist. Min guleya yekemîn li mêjiyê Kurd ê paşverû xist’ Divê her yek ji me jî bibe dehan gule û di mêjiyê paşverûtiyê de biteqe.”