HAMM- Meşa ji aliyê ciwanên Kurdistanî û enternasyonalist ve li Bîelefeldê hatiye destpêkirin li Hammê di roja xwe ya 2. de didome.
Rêya îro ya Meşa Dirêj ku bi pêşengiya ciwanên Kurd û enternasyonalîst hatiye amadekirin, wê bi qasî 11 km bidome.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Gara Trenê ya Navendî ya Hammê li hev civiyan, beriya meşê, li vir bi gerandina govenda gerîla ya bicoş ve dest bi meşê kirin. Ciwanên ku bi dirûşmeya “Ji Rêber APO re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd ree Çareserî” meşiyan diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO û Kurdistanek azad pêk were, biryardariya xwe ya têkoşînê dan.
Di meşê de belavokên ku rewşa Rêber APO ya li Îmraliyê tecrîd û pergala qirkirinê vedibêje hatin xwendin û li welatiyên derdorê hatin belavkirin. Meşa ciwanan a li qadê ji aliyê girseya gel ve rastî eleqeyeke mezin hat.
Ciwanên ku li kolanên Hammê dimeşin bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO qêriyan.
Rêya meşa sibe wê Dortmund a Almanyayê be. Tê payîn ku tevlîbûna Meşa Dirêj a ku wê roja Înê bi dawî bibe roj bi roj zêde bibe. Kurdistanî û dostên wan ên ku dixwazin tecrîda li ser Rêber APO di zûtirîn dem de bi dawî bibe û azadiya wî ya fizîkî misoger bibe, di vê mijarê de bi tevlîbûna Meşa Dirêj biryardariya xwe nîşan didin.