BINARÊ QENDÎL- Turnuvaya fitbolê ya ku li Binarê Qendîlê hatibû destpêkirin, bi leyistina her du tîmên talî mayîn, dawî bû.
Her sal li Binarê Qendîlê Ciwanên Welatparêz gelek çalakiyên werzîşê ji bo ciwanên herêmê organîze dikin û lidardixin.
Divê çarçoveyê de li gundê Bokrîskan ya Binarê Qendîlê di 4’ê Tebaxê (2024) de bi pêşengiya şaredariya Binarê Qendîl û Ciwanên Welatparêz, turnuvaya fitbolê ya bi navê ‘Şehîd Helmet Dêrelok û Şehîd Karox Zargel’ bi tevlîbûna 28 tîman destpê kiribû.
Turnuvaya fitbolê duh bi şev bi leyistina her du tîmên talî mayîn, bi dawî bû. Her wiha maratona bezê jî hate lidarxistin û dawiyê de jî kesên serkeftin bidest xistin, hatin xelat kirin.