QENDÎL- Bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz, li Binarê Qendîlê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk hate şermezarkirin. Ciwanan bang li her kesê kirin ku dijî dagirkerî û xiyanetê xwedî helwest bin.
Nerazîbûnên dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Divê çarçoveyê de li Binarê Qendîlê bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz yên Kurdistanê çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de li ser navê Ciwanên Welatparêz daxuyaniyek ji aliyê Lavan Hemedemîn ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de behsa siyaseta dewleta Tirk ya ji dema Osmaniyan heya niha hate kirin û hate gotin ku ji wê demê ve dagirkeriya dijî Kurdistanê dewam dike.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Dewleta dagirker û qirker, Kerkûk, Mûsil û Başûrê Kurdistanê weke axa xwe dibîne. Emê têkoşîna xwe ya dijî komplo û planên dewleta Tirk bihêztir bikin. Pêwîste hemû kes xwedî helwest be û hemberî dagirkerî û xiyanetê bêdeng nemîne. Ger yekîtiya Kurdan çênebe, wê rê li dagirkeriya ser welat vebe û destkeftiyên heyî jî hemû ji holê rabin.”