ŞEHBA- Îro Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şehba di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de panalek bi navê “Çîroka Min Çîroka Herkesî Ye” lidarxist.
Panêla ku li hola Axîn ya navçeya Fafînê hate lidarxistin û bidehan jinên ciwan beşdarî bûn, bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştî rêzgirtinê perspektîfên Rêber APO ya li ser azadiya jin hate xwendin. Li dû perspektîfê axaftina vekirinê ji aliyê endamê Kongra Star ve hat kirin.
Despêkê zaroktiya Rêber APO hate vegotin û piştî vê ev pirs hatin pirsîn: “Rêber APO çima dibêje ‘Çîroka min çîroka herkesî ye’?” û “Çima azadî ji zaroktî despê dike?” Bersiva van pirsan bi kûrahî hatin nîqaşkirin û nêrînên gelek dewlemend derketin holê.
Li benda herî dawî ya panelê de jinên ciwan erk û berpirsyariyên xwe li hember Rêber APO nîqaş kirin. Hemû kesên di panêlê de diyar kirin ku azadiya Rêber Apo çareseriya pirsgirêka jin û tevahî mirovahiyê ye. Li ser vê esasê pêwîstiya xurtkirina kar û xebat hate ziman.
Panel bi xwendina encamnameyê û siloganên Bê Serok Jiyan Nabe û Jin Jiyan Azadî ve hate dawî kirin.