HAMM- Ji bo azadiya Rêber APO 2’yemîn roja meşa dirêj a ku di çarçoveya pêngava çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de destpê kiribû, li bajarê Hamm ê Elmanyayê bi dawî bû.
Meşa ku danê sibehê bi coş dest pê kir bi qasî 11 km dewam kir. Her çend dem bi dem rastî provokasyonan hatin jî, ciwanên Kurdistanê bi aqilane tevgeriyan û ev provokasyon pûç kirin.
Ciwanên Kurd ên di ronahiya felsefeya Rêber APO de azad û birêxistin bûne, diyar kirin ku ew ê bi hevalên xwe yên navneteweyî re rêya xwe ya bi biryar a Rêber APO bidomînin. Ciwanên ku gelek caran silav ji gerîlayên azadiya Kurdistanê re dişînin, li taxa faşîstan a bajarê Hammê bi qîrîna dirûşmeyan hêza gerîla ya li dijî hêzên faşistan qîriyan.
Ciwanan dan xuyakirin, ku tecrîd û polîtîkayên tecrîdê yên nêzî 42 meh in dewam dikin, divê demildest bi dawî bibe û ev yek ancax bi berxwedanê pêkan e, ciwanan di nava rojê de gelek caran li ser meşê ji nûçegihanên ajansa me re nirxandin kirin.
Di nirxandinên xwe de bal kişandin ser hevgirtina aliyê bîrdozî bi nasnameya pêşeng û girîngiya dirûşmeya rêxistinbûn û azadiyê. Eşkere bû ku gelê Kurd bi hişmendiya ku her roja ku derbas dibe rojekê nêzî serkeftinê dibe tevdigere.
Ciwanên ku provokasyonên faşîstan pûç kirin, bi biryardarî û helwesta xwe ya Kurdistanî nîşan dan ku armanca wan a sereke Rêber APO û rastiya Kurdistanê ye.
Di meşa ku gelek caran deklerasyona Elman hate xwendin de, dirûşmeyên Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Berxwedana Gerîla hatin berzkirin.
Ciwanan piştî ku bi qasî 11 km meşiyan, li nuqteya destpêkê, Gara Trenê ya Hammê roj bi dawî kirin. Piştre bi awayekî komî beşdarî çalakiya Şanoyê ya ku li Dortmûndê hat lidarxistin bûn.
Di çalakiya şanoyê ya ku li Komeleya Çanda Kurd a bi beşdariya malbatan hat lidarxistin de kêliyên bi ken derbas bûn. Li salona pêşandana şanoyê ya ku fîgurê malbatê yê serdestê mêr dihat nîşandan, çepik hatin bihîstin.
Di çalakiya duyemîn de, pêşandan li ser malbatek koçber bû, û hilweşîna Ewropa xeyalî bi dramek malbatî hate vegotin. Çalakiya duyemîn, ku carinan naveroka wê ya komedîk bû, ji ciwanan re got ku Ewropaya çavnebar çawa kevneşopiya malbatê hilweşand.
Ciwanên ku roj bi govendên halayê bi dawî kirin, di roja sêyemîn de ku dê sibê li Gara Trenê ya Dortmundê dest pê bikin, li malên Kurdistaniyên welatparêz ên li herêmê dijîn belav bûn.
Tê plankirin ku meş sibe saet di 09.00 de li Gara Trenê ya Dortmûndê destpê bike.