NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku li mîlîsên wan li Stenbol’ê 2 çalakiyên bibandor lidarxistine.
Daxuyanî wiha ye:
“Milîsên KBDH Ceren Guneş; “Me li Stenbolê çalakiyên tolhildanê pêk anî!”
1) Di 13’ê Îlonê de saet derdora 14.00’an de li Stenbol/Sariyer/Bendera Feneriyê ya Rumelî keştiyek û topên torê yên ku ji bo keştiyan tevneke amade dikirin hatin şewitandin. Di vê çalakiyê de hem wesayit û hem jî malzeme bi temamî bûn ax.
2) 15’ê Îlonê saet 23.00’an de milîsên me yên ku li Taxa Zara ya Stenbol/Kartal/Cevizliyê li avahiyeke terkî ya ku li Kolana Zara ji bo tîryakê tê bikaranîn teşhîs kirin, agir berdan avahiyê û kesên ku tiryak difiroşin û dixwarin hişyar kirin. Hêzên me piştî çalakiyê bi silametî vekişiyane qada xwe.
Em vê çalakiyê diyarî Jina Amînî ya ku bi serhildanên piştî qetilkirina wê ji aliyê rejîma molla ya paşverû ve hîmên rejîma faşîst hejand û diyar dikin ku heta zihniyeta serdest a mêr tune bikin em ê bê navber têbikoşin.
Bijî KBDH!”