DORTMUND– Meşa Dirêj a ku ji aliyê ciwanên Kurdistanî û dostên wan ên ku di 15’ê Îlonê de li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi konferansê dest pê kirin, meşa xwe ya li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê di roja xwe ya 3. de berdewam dikin.
Rêya îro ya meşa dirêj a ku ji aliyê ciwanên Kurd û enternasyonalîst ve tê organîzekirin, bi qasî 20 km wê roja herî dirêj be.
Di roja 3. de bi pêşengiya ciwanên Kurdistanî û dostên wan, kolanên Elmanyayê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” berz kirin. Ciwanên ku bi eleqeyeke mezin a gelên derdorê dest bi meşê kirin, silavên gel û zarokan bicoş pêşwazî kirin.
Ciwan ku di bin dorpêça polîsan de li gorî rojên destpêkê dijwartir meşiyan. Ji aliyê komîteya amadekar ve anons hat dayîn ku li dijî her provokasyonekê bi hestiyarî û rêxistinî tevbigerin.
Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, nebin alîgirê vî sûcî
Ji bo Rêber APO ku ev 26 sal in di bin tecrîda girankirî ya mutleq de ye û ev 42 meh in agahî jê nayê girtin, ji aliyê hemû sazî û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê ve bênavber bangên çalakiyê tên kirin. Armanca sereke ya vê çalakiyê ew e ku saziyên wekî rêxistinên sivîl, CPT, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê ku li hemberî tecrîd û îşkenceya li ser Rêber APO bêdeng mane, demildest bikevin nava liv û tevgerê û erka xwe pêk bînin.
Daxwaza gelê Kurd a hevpar a civaka sivîl û saziyên sîstemê yên ku hevparê vî sûcê mirovahiyê ne, di zûtirîn dem de ji xewa mirinê şiyar bibin.
Nûçegihanên ajansa me wê di nava rojê de nabzê ciwanan bigirin û bi rêya ajansa me nirxandinên derbarê pêvajoya çalakiyê de biweşînin.