MEXMÛR- Akademiya Ragihandinê ya Şehîd Rênas Avesta li Wargeha Mexmûrê di dîroka 5’ê meha Îlonê de dewreyek perwerdeya ragihandinê bi navê Şehîd Gulistan û Şehîd Hêro dabûn destpêkirin. Bi giştî 7 ciwan beşdarî perwerdeyê bibûn. 2 ji Endamên perwerde ji Şengalê ser nave komîteya ragihandina Ciwanên Êzîdxanê Tevlî perwerde bibûn. Di perwerdeyê de mijarên; dîroka ragihandinê, danasîna kedkarên ragihandina azad her wiha nivîsîna nûçeyan, dîtbarî, kamera û bi rola ragihandinê ciwanan di perwerde kirin û bi rêxistin kirina civakê hatin destgirtin, nîqaş hatin kirin û bi coş û biryardariyêk mezin tevlîbûna perwerde çêbû. Perwerde di dîroka 17’ê Îlonê de bi hezkirin û xwesteka ciwantiyê bidawî bû.
Di pevajoyekê ku dijmin şerê qirkirinê li dijî gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û taybetî li ser ciwanên welatparêz dimeşîne û dixwazê wan di her aliyê de ji welatê xwe, eqlax û çanda civaka xwe dûr bixe de pêwîste her ciwanêke û jinekê ciwan beramberî van politikayan xwedî helwest be. Li dijî erişê dijmin ya fîzîkî û şerê taybet tedbîrê herî bi rûmet xwe perwerde kirin û xwe zana kirine.
Taybet ragahandin ango xebatê propaganda rolêke sereke di vê mijarê de dilêze. Li ser vê esasê ji bo ku ciwan êrîşên dijmin bi xebatê propaganda ve vala derxinin û beramberî giştî derewên dijmin a ku li ser medya pêşkeş dike helwest raber bikin û beramberî van derewan ragihandina ku heqiqetê nîşanê civakê dike derxinin holê 7 ciwan û jinên ciwan ji Mexmûr û Şengalê perwerdeyekê ragahandina ciwanan ya girtî ditîn û xwe ji bo vala derxistina êrîşên Şerê Taybet amade kirin. Ciwanên ku perwerde dîtin êdî dixwazin bibin şopdarê ragihandinwanên herî pêşeng a modernîteya demokratîk.
Akademiya Şehîd Renas Avesta, dewreya Şehîd Gulistan û Şehîd Hêro, di nava 8 rojan de bi dersên li ser Rastiya Rêber Apo, kesayeta Pêşeng, Medya û Şerê Taybet, Nûçegihantî, di ragihandinê de rola ciwanan hem bi avayek birdozî û pratîkî ve xwe heya asteke fêrkirin û bi ços û moralêk mezin ruxmê erişên dewletê tirk a faşîst û qirker li ser wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê perwerdeya xwe bi dawî kirin.
Endamên Akademiya Şehîd Renas Avesta diyar kirin ku, edî lazime welatê xwe xwedî derdikevin, şehîden xwe ya pêşeng weke Şehîd Gulistan, Şehîd Rosîda û Şehîd Hêro xwedî derdikevin û di nava kar û xebatan de cihê xwe bigrin. Bi wî rengî endamên Akademiya Şehîd Renas Avesta bi biryarin edî di xebatên ragihandina ciwanan de cihê xwe bigrin û banga her ciwanekê û jinêke ciwan dikin ku xebatê ragihandinê hezbikin û beşdarê perwedeyen bi wî rengî bibin.