DORTMUND – Meşa dirêj a ku di 15’ê Îlonê de li Bîelefeldê dest pê kir, li Dortmûndê di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.
Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO danê sibehê li ber HBF ya Dortmûndê li hev civiyan û li navenda bajarê Dortmûndê meşiyan.
Meşvanên ku îro rêya herî dirêj a nêzî 20 km meşiyan, ji aliyê gelê welatparêz ên li derdorê dijîn ve rastî eleqeyeke mezin hat. Gel; ji pencere û deriyên mal û dikanên xwe silav da ciwanan.
Li gel gelê welatparêz, faşîstan jî gelek caran hewl dan meşê provoke bikin. Ciwanên meşa xwe berdewam kirin, li hemberî provokatoran pir bi aqilane tevgeriyan.
Her wiha di nava rojê de ciwanên endamên KCR’ê (Komelgeha Ciwanen Rojhîlat) daxuyanî dan çapemeniyê. Ciwanên KCR’ê bi dirûşma “Dema tolhildanê ye” çalakî li dar xistin û diyar kirin ku ji bo tola şehîdan hilînin û bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî”, li dijî pergala Îmraliyê û rejîma li dijî jinê ya rejîma Îranê ev çalakî li dar xistine. Ciwanan diyar kirin ku di çarçoveya pêngavê de hemû ciwanên welatparêz ên Rojhilat çalakî li dar xistin û diyar kirin ku îro beşdarî sêyemîn roja meşa dirêj a li Elmanyayê ji bo azadiya gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd bûne.
Bi sloganên;
Li dijî Sîstema Îmraliyê: “Dema Serhildanê ye”
Li dijî kuştina jinan: “Dema Serhildanê ye”
Li dijî qetlîama kolberên Kurd bi dirûşma “Dema Serhildanê” daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.
Di meşê de bi nivîsa Elmanî ya ku gelek caran hat xwendin û belavok li gelên derdorê hatin belavkirin, bal hat kişandin ser polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber APO.
Ciwanên ku bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Jiyan Na Be” û “Bijî Serok Apo” kolanên Dortmundê tije kirin, meşa xwe ya li ber Komeleya Çanda Kurdistanê ya Dortmûndê bi dawî kirin.
Ciwanan di roja sêyemîn a meşa dirêj de bi bernameya bîranînê ya ku ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê li dar xistibûn berdewam kirin.