DORTMUND – Di roja sêyemîn a meşa dirêj a ciwanan de, piştî meşê ji bo bîranîna şehîdên ciwanan bernameya bîranînê hate lidarxistin.
Meşa dirêj ku îro di roja sêyemîn de ye, li Dortmûndê bi beşdariya ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst pêk hat. Piştî meşa ku li ber Dortmûn HBF dest pê kir û li ber Komeleya Çanda Kurdistanê bi dawî bû, ciwanan bi bernameya bîranînê ya ku organîze kirin, roj berdewam kirin.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Di destpêka bernameya bîranînê de endama TekoJIN Şîlan Pelşîn axivî û got, “Di vê meşê de gelek rêhevalên me yên weke Şehîd Rûstem, Tavîn, Berjîn, Lecwan, Dîdar meşiyan. Vê rêyê wan ber bi jiyana rast ve, ber bi çiyayên Kurdistana Azad ve bir. Têgihiştin ku jiyana di dilê pergala kapîtalîst a li Ewropayê de ne hêjayî jiyanê ye û jiyana xwe dane lêgerîna azadiyê. Lewma meşa dirêj mîrateya şehîdan e.”
Piştre dayika Şehîd Lecwan Mûnzûr, Ayten Ana axivî û wiha got: “Em bi rêz û hurmet li hember hemû şehîdên şoreşê bi taybet şehîdên azadiya Kurdistanê serî ditewînin û soza xwe ya bi wan re careke din nû dikin. Em careke din soz didin ku em ê cîhana azad a ku xeyal dikirin ava bikin.” Dayik Ayten diyar kir ku divê ciwan li dijî pêla faşîzmê bilind bibe têkoşîna xwe mezin bikin.
Piştî Dayika Ayten, bavê şehîd, Xoşnaf Ata axivî û diyar kir ku bersiva herî baş a ji dijmin re ku tola her şehîdekî hilîne ew e ku têkoşînê gavek pêş ve biçe. Xoşnaf Ata bal kişand ser çekên kîmyewî yên ku dewletên dagirker li dijî gerîla bikar tînin û teknolojiyên ku ji Ewropayê wergirtine, diyar kir ku ev şerê hebûnê ye û divê ciwan her roj zêdetir xwe li ser rêya têkoşînê bi rêxistin bikin.
Piştî Xoşnaf Ata bavê şehîd, Hozan Comert axivî û diyar kir ku meşa şoreşê meşa heqîqet û azadiyê ye, meşa şehîdan e. Di dawiya axaftina xwe de ciwanên ku di rêya Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji bo rizgariya hemû mirovahiyê meşiyane silav kir û meşa wan a li ser vê rêyê pîroz kir.
Piştî axaftinan sînevîzyonek hate pêşandan. Di sînevîzyonê de axaftina Rêber APO hate nîşandan ku PKK bi dilsoziya bi şehîdan re têkoşîna xwe didomîne û her tim têkoşîna xwe ya ji bo dayina deynê şehîdan dimeşîne. Her wiha Ş. Rûstem Serhed, Ş. Tavîn Tekoşîn, Ş. Hewre Çîya, Ş. Dijwar Tolhildan, Ş. Bişeng Brûsk, Ş. Sara Hogir, Ş. Çekdar Canfeda Med, Ş. Eneftariya Hembî, Ş. Azad Şerger, Ş. Wêneyên Andok Tolhildan û peyamên dawî yên gerîlayên şehîd tomar kiribûn cih girt. Sînevîzyon bi beşên ji jiyan û çalakiyên gerîlayan ên li çiyê bi dawî bû.
Piştî sînevîzyonê ciwanê Kurd ê bi navê Rustem Serhad axivî û bi bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir. Rustem Serhat bal kişand ser gotina Rêber APO ya ku dibêje, piştî mirina her şehîdekî divê em têkoşînê pêş bixin û bal kişand ser nemiriya şehîdan. Serhad diyar kir ku axaftin têrê nake û pêwîste têkoşîn bibe pratîkê û axaftina xwe bi gotina “Bijî Serok Apo” temam kir.
Piştî axaftinê ji aliyê ciwanan ve helbest hatin gotin.
Di dawiyê de bîranîn bi strana “Ez Şehîd im” ya Hozan Cömert bi dawî bû.
Meşa dirêj a ciwanan wê sibe li bajarê Essenê bidome.